'Rêber Apo çirûska vejînê ye'
- 09:09 8 Îlon 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Rêber Apo çirûska vejînê ye. Em ê her ji bo Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin."
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Kantona Hesekê derbarê tecrîda giran de anîn ziman ku ev yek ne li gor pîvanên hiqûqî yên navneteweyî ne û gotin ku divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe.
Mamosteya bi navê Beyan Ehmed diyar kir ku ew deyindarên felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got:"Rêber Apo wekhevî û aştî di nava gelan de ava kir. Ew li dijî berjewendiyên navneteweyî derket. Ji ber ku Rêber Apo ne ji berjewendiyên kesayetî, tenê ji bo pêşketin û aştiya gelan têdikoşiya ew bû hedefa hêzên navneteweyî. Em tecrîda giran a li ser Rêberê xwe qebûl nakin û em dibêjin ku divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe."
'Rêber Apo çirûska vejînê ye'
Her wiha Mamosteya Zimanê Kurdî Ezîza Mehmûd jî da zanîn ku di şexsê Abdullah Ocalan tê xwestin ku xeyalên ji bo azadî û aştiyê têk biçe û wiha got:"Ev tecrîda li ser Rêber Apo sîstematîk e. Ev yek ne li gor pîvanên hiqûqî yên navneteweyî ne loma divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe serîhildanek hevpar lazim e. Divê em hemû kes herkê ji aliyekî têbikoşin. Ger Rêber Apo azad nebe ew ê xeyalên azadiyê û aştiyê jî pêk neyê û heger hevdîtin bi wî re bê kirin ev ji bo azadiyê dê gavek girîng be. Rêber Apo çirûska vejînê ye. Em ê her ji bo Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin."