Li girtîgehan OHAL neqedyaye: Binpêkirin her diçin zêde dibin

  • 09:05 8 Îlon 2018
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û got ji girtîgeha Tarsusê 27 girtiyên jin surgunî girtîgeha Qeyseriyê hatine kirin û piraniya van girtiyan jî nexweş in.
 
Di demên dawî de li girtîgehan binpêkirina mafan her diçin zêde dibin û girtiyên tahliyeya wan nêz bûye jî bi hincetên cuda înfaza wan tê şewitandin. Mafê wan ên dermankirin, ava paqij tên binpêkirin û her tim cezayên dîsîplînê tên dayîn. Yek ji pirsgirêka herî girîng a li girtîgehan jî astengkirina dermankirina girtiyan e. Rêvebira ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de axivî.
 
Girtiyên nexweş bi rîngê tên surgunkirin 
 
Nurayê bi lêv kir ku ji Girtîgeha Tarsusê 27 girtiyên jin surgunê girtîgeha Qeyseriyê hatine kirin û wiha got: “Li girtîgeha pirsgirêkên jinan her diçin zêde dibin. Li Sîncanê me rewşa tenduristiya 15 girtiyan kir rapor. Yek ji van Medya Çinar a ji Wanê surgunê Sîncanê bûye. Medya girtiyek birîndar e. Rojekê li Sîncanê dimîne û surgunê Wanê tê kirin. Zeynep Avci ya nexweş jî surgunê Elezîzê hatiye kirin. Girtiyên din jî li hember nexweşiyên xwe têdikoşin. Sewqkirina wan tê astengkirin. Ji ber sedemên cuda naxwazin biçin nexweşxaneyan.”
 
Ava paqij tune ye
 
Nurayê balkişand nexweşiyên li girtîgehan dertên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema zêdebûna nexweşiyan ev e ku ava paqij nayê dayîn. Sayaç hatiye danîn û rojê bi rêjeyekê av tê dayîn. Nahêlin mirov di hawira paqij de bimînin. Di demên dawî de înfazên girtiyan jî tên şewitandin. Girtiyekî ji girtîgeha Wanê broşur şandiye û ev sûc hatiye hesibandin, înfaza wê hatiye şewitandin. Ji ber sedemên vala înfaz tên şewitandin. Cezayên dîsîplînê tên dayîn. Girtiyên nexweş bi rîngan tên surgunkirin. Ji ber vê qebûl nakin înfaza wan tên şewitandin. Cezayên dîsîplînê pir zêde bûne.”
 
‘Li girtîgehan OHAL didome’
 
Nurayê balkişand ser pêkanînên OHAL’ê û bi lêv kir ku li girtîgehan pêkanînên OHAL’ê hîna tên meşandin û ev tişt vegot: “Pirtûk tên qedexekirin, hevdîtinên telefonan tên qedexekirin, tekmîl, nedayîna raporên tenduristiyê, di dema sewqkirinê de pisgirêkên tên jiyîn, surgun di çarçoveya OHAL’ê de tên dayîn. Divê rayagiştî der barê vê de dengekî xurt derbixe. Divê hemû STK girtîgehan bigirin rojeva xwe. Wezaret, wezareta tenduristî, ya Dadê divê xebatek hevpar bimeşînin. Divê ev piştevanî demildest bê destpêkirin. Ji ber li girtîgehan mirin pêk tên. Herî dawî me mînaka Koçer Ozdal dît. Bi vê re dijhiqûqiya li hember girtiyan derket holê. Di mirina Koçer Ozdal de gelek binpêkirin hatin jiyîn. Kelepçekirî mirina wî li dij rûmeta mirovahiyê ye. Piştî mirina wî pêkanînên dij mirovahiyê berdewam kirin. Mafê şîna wî hat astengkirin.”