ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 8 Îlon 2018
  • Rojev
*Jina bi navê Zeyneb Ebdu Elrehman a ku 58 rojî li Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ber xwe da û niha li Kantona Şehbayê bi cih bûye got:"Bi keda destên xwe ez niha têkoşîna jiyanê didim. Li dijî zilm û zordestiya dagirkeran dê tekoşîna min a jiyanê bidome." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Bekra Hisên a ku di 14 saliya xwe de hat zewicandin niha li dijî zehmetiyên zewaca di temenê biçûk de têdikoşe û bi keda destên xwe debara xwe dike û dibêje:"Zarokên xwe bidin xwendin û li dijî zewaca di temenê biçûk de têbikoşin. Çimkî zewaca di temenê biçûk de jinê di nava çar dîwaran de asê dihêle û nahêle ku azad bijî."DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û got ji girtîgeha Tarsusê 27 girtiyên jin surgunî girtîgeha Qeyseriyê hatine kirin û piraniya van girtiyan jî nexweş in. DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Rojavayê Kurdistanê di bin germahiyê de, tevî şerdên zehmet di nav erdên pembû de dixebitin û dibêjin:"Ji bo em neyên çewisandin û debara xwe bikaribin bikin divê em bixebitin."
DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Rêber Apo çirûska vejînê ye. Em ê her ji bo Rêberê xwe têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE
 
*Zarokên Kampa Berxwedanê û Serdemê yên Şehbayê ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ji Efrînê hatin koçberkirin gotin:"Erdogan li Efrînê gelek hevalên me qetil kir. Em dixwazin Efrîn rizgar bibe û em vegerin ser axa xwe." DÎMEN HEYE
 
*Piştî qedexeya derketina derve ji sedî 70’ê Şirnexê hat hilweşandin û TOKÎ’yên hîmê wan 3 sal berê hatin danîn ku dihat gotin wê di meha Tebaxê de bên radestkirin, hat diyarkirin ku wê 120 avahî di 10’ê vê mehê de radestî  malbatan bê kirin.
 
*Tevî hemû bertekan li gundê Başkoy tê xwestin JES bê çêkirin û tîmên tevgera taybet şandin gund. Jinan bertek nîşan dan û gotin ku hûn kê ji kê diparêzin. BI DÎMEN
 
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku hikûmet rewşa krîza ku ketiye nav, bi çi vebêje bila bêje, di piyasa, mutbex, sûk, bazar û di qadên jiyan û xebatê yên karker û kedkaran de şewatek heye û heta têkoşîn tunebe wê rewş jî sererast nebe.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de aştî, demokrasî û çareserî tê tecrîdkirin û ji ber ditirsin ku nêrînên Ocalan xeta têkoşînê ava dike, vê îzolasyonê pêk tînin. DÎMEN HEYE
 
*Edîtora ETHA’yê Pinar Gayîp a ev 4 mehe li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, diyar kir ku ji bo rojnameger ne li girtîgehê li kolanan bin divê piştevaniyek xurt hebe û got ew bê berdan wê dîsa li pey nûçeyan bibeze.