Li Efrînê qedexeya derketina kolanan

  • 14:45 7 Îlon 2018
  • Rojane
EFRÎN - Li bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya hêzên tirk û OSO'yê de ye qedexeya derketina derve a bê dem hat îlankirin.
 
Hêzên leşkerî yên tirk û komên OSO'ê  ku Efrînê dagir kirine ji bo bişev qedexeya derketina derve ya bê dem îlan kirin. Komên OSO duh li bajêr bi belavokên ku li gel belav kirin ragihandin ku êvarê saet ji 20.00'an heta serê sibehê bê dem qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.
 
Ji bo qedexeyê jî wekî hincet çalakiyên YPG/YPJ'ê yên li derdora Efrînê û gûmana operasyoneke leşkerî ji bo rizgarkirina Efrînê hat nîşandan.