Akademîsyenan ji bo Ramîn Huseyîn Penahî name nivîsand

  • 12:30 7 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 85 zanyar û akademîsyenan, ji bo Ramîn Huseyîn Penahî yê ku mahkûmî darvekirinê hat kirin bê berdan name nivîsandin.
 
Ji tevahiya cîhanê 85 zanyar û akademîsyenan, ji bo aktîvîstê kurd Ramîn Huseyîn Penahî ku li Îranê mahkûmî darvekirinê hat kirin name nivîsandin.  Nameya ku tê de tê xwestin darvekirina Ramîn bê rawestandin, ji Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Hasan Rohanî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhamet Şavak Şerîf û Serokê Saziya Darazê ya Îranê Ayetullah Sadik Larîjanî re hat nivîsandin. Li nameyê îmzeya akamdemîsyenên wekî Etîenne Balîbar, Mîchael Lowy, Tonî Negrî, û Noam Chomsky jî di nav de ya 85 akademîsyenan cih digire.
 
Di nameyê de tê xwestin ku di serî de Huseyîn Ramîn, hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan û tê xwestin ku cezayê darvekirinê bê rakirin.