Li Girtîgeha Şirnexê girtî û malbatên xwe hatin derbkirin
- 10:41 7 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Duh di hevdîtina vekirî ya li Girtîgeha Şirnexê hin girtî û xizmên wan ên çûbûn serdana wan, ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Piştî hevdîtinê malbatên ku xwestin girtiyan bi lîlandin û çepikan rê bikin hatin derbkirin. Hinceata derbkirinê jî nîşana serkeftinê ya ji aliyê girtiyê bi navê Ayaz Avşar ve hat kirin hat nîşandan.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku her roj bi pêkanînên kêfî yên li ser girtiyan di rojevê de ye bi dawî nabin. Girtîgeh vê carê jî bi derbkirina xizmên gitiyan ku çûbûn hevdîtinê ket rojevê. Li girtîgeha ku malbtên diçin hevdîtinê ji lêgerîna tazî bigire heta bi girtina kêfî re rûbirû dimînin, vê carê jî xizmên gitiyan hatin derbkirin. Malbatên ku piştî hevdîtina vekirî xwestin xizmên xwe bi lîlandin û çepikan rê bikin, ji ber ku girtiyê bi navê Ayaz Avşar jî bi nîşana serkeftinê bersîv da coşa malbatan ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin û malbatên ku bertek nîşanî derbkirina Ayaz dan jî hatin derbkirin û hatin dûrxistin. Xizmên girtiyan ku diayr kirin di encma êrîşê de du jin hatine birîndarkirin, anîn ziman ku 3 girtiyên din jî hatine derbkirin.
Xizmên girtiyan ku diayar kirin avê jî nadin girtiyan û gitî bi hemû pêkanînên dijmirovî re rûbirû dimînin banga hestiyariyê li araya giştî kirin.
'Gardiyanan bi pihînan li me da'
Dayika gitiyê bi navê Sabrî Adanûr Fatma Adanûr tişta hat serê wan wiha vegot: "Piştî ku hevdîtin bi dawî bû me xwest ku em zarokên xwe bi çepik û lîlandinê rê bikin. Piştî lîlandina me gitiyekî berê xwe da malbatan û nîşana serkeftinê kir. Wê demê gardiyanekê bi milê girtî girt û çep zîvirand û bi pişta wî girt û li dîwêr da. Piştî ku girtiyên din û malbat li dijî vê derketin vê carê jî êrîş kirin. Di wê demê de gardiyanekî bi porê jinekê girt û ber bi derî ve daf da. Jina ku hat dafdan piyê wê di ber derî de ma. Pişta xwe dabûn derî û bi pîhînan li me dan. Hemû dayikên li wê hatin derbkirin. Piştî ku em ji girtîgehê derketin me nema agahî ji girtiyan girt."
'Divê em girtiyan tenê nehêlin'
Fatma ya ku diyar kir ew bi mehan e tundî û zextên ku li girtiyan tên kirin tînin ziman, lê tu tişt nayê kirin û tundî jî roj bi roj zêde dibe wiha berdewam kir: "Me serî li gelek cihan da lê tu çareserî pêk nehat. Rewşa gitiyan roj bi roj xirab dibe. Bila êdî tiştek bê kirin. Îro em hatin derbkirin lê niha em nizanin ew di çi rewşê de ne. Divê ku em bibin dengê girtiyan. Li dijî tundiya tê kirin divê ku hemû saziyên sivîl û siyasetmedar bikevin tevgerê."