‘Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin’

  • 09:19 7 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Endama MYK’ê ya HDP'ê  Ozlem Gunduz bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan a li ser gel e. Divê em hemû têkoşîna xwe di vî alî de zêde bikin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de dijî ji 11’ê îlona 2016’an heta niha agahî jê nayê girtin. Endama MYK’ê ya HDP'ê Ozlem Gunduz derbarê tecrîda giran de nirxandin kir û diyar kir ku li grava Îmraliyê pêkanînek ku her kes şahidê wê ye tê jiyîn.
 
Ozlemê bi lêv kir ku divê şerdên girtina Abdullah Ocalan rast bê nirxandin û wiha got: “Hikûmeta heyî di navbera 2013-2015’an de pêvajoyek çareseriyê pêş xist. Hatibû destnîşankirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de aktorekî girîng e. Lê îro ya vê tecrîdê pêk tîne ew hikûmet e. Parêzer jî tê de ev du sal e bi kesî re nayne cem hev û ev 2 sal e agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin.”
 
‘Ev pêkanînek li hember aştiya cîhanê ye’
 
Ozlemê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Gelekî ku Birêz Ocalan pêşengiyê jê re dike heye. Birêz Ocalan ji bo vî gelî aktorekî girîng e. Ev tecrîd li hember gel e. Em dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev li cîhanê jî wisa ye. Divê li hemberî vê pergalê helwestek hebe. Divê em hemû têkoşîna xwe di vî alî de pêş bixînin. Divê demildest tecrîd bê rakirin.”