‘Ger ku êrîşa zayendî wek pirsgirêkek civakî bê destgirtin wê pisgirêk çareser bibe’

  • 09:15 7 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL- Ji Meclîsa Jinan a Stenbolê Ayşen Ece Kavas pêşniyarên çareseriya li hemberî pêşîgirtina êrîşa zayendî a li dijî zarokan rêz kir û got ger wek pisgirêkek civakî bê destgirtin wê pêşî lê bê girtin.
 
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Stenbolê, li Tirkiyeyê ji sedî 46 sûcê êrîşa zayendî li hember zarokan pêk tê. Tirkiye di warê êrîa zayendî ya li dijî zarokan de li Cîhanê di lîsteyê de di rêza sêyem de cih digire. Di 16 salên dawî de li tirkiyeyê  440 hezar zarokên temenê  wan di bin 18 salî de zarok anîn dinê. Ji dema AKP bûye desthilatdar yanî ji sala 2002’yan heta niha 440 hezar zarokên keç zarok anîne dinê. Hejmara zarokên rastî êrîşa zayendî  hatine û zarok di encma vê êrşê de çêbûne jî 15 hezar û 937 e.
 
Li gorî rapora ECPAT ya ku organîzasyonek navneteweyî ye ya sala 2015’an li Tirkiyeyê yên herî zêde rastî şîdeta zayendî tên zarok in. Li gorî daneyên wezareta dadê yên 2015’yî êrîşa zayendî ya li dijî  zarokan di 10 salan de 3 kat zêde bûye.
 
‘Êrîşa zayendî pirsgirêkek civakî ye’
 
Tevî van daneyan hikûmet tu pêngavê navêje. Endama Meclîsên jinan yên Stenbolê Ayşen Ece Kavas bi lêv kir ku ev bûyerên bi awayekî sîstematîk pêş dikevin divê ji rêzê neyên dîtin û ne rasthatin in. Ece wiha berdewam kir: “Êrîşa zayendî ya li dijî  zarokan bi Weqfa Ensarê re derketibû pêş. Wê demê wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê gotibû ‘ji bo carekê saziyek divê neyê reşkirin û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan berdewam kir. Ger ev rewş wek pirsgirêka civakî bê destgirtin wê pêşî li vê bê girtin.”
 
‘Divê mekanîznameya analîzê bê avakirin’
 
Ayşenê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê qanûnên zarokan diparêzin berfirehin lê pêk nayên û ev tişt anî ziman: “Ger em van pêk bînin wê pêşî li êrîşên zayendî yên li dijî zarokan bê girtin. Ewil divê mekanîzmaya analîzê bê avakirin. Piştre ji bo îstîsmar neyê jiyîn divê pergala hişyariya zû bê pêşxistin. Ger rewşên bi rîsk mijara gotinê bin û zarok bi êrîşê re rûbirû bimînin divê mekanîzmayên serî lê bê dayîn hebin. Kesên şahidiya buyerê dikin jî divê serlêdanê bikin.”
 
‘Darvekirin û xesandin ne çareseriye’
 
Ayşenê balkişand ser meşandina pêvajoya êrîşa zayendî û got: “Divê pêvajoya girtina îfada zarokan û pêvajoya dozê cuda pêk bê. Divê di qanûnên têkildar de ceza bi bandor bin. Kêmkirina cezayan divê li gorî mafên mirovan bê sînorkirin. Dema hemû qanûn pêk bên dikare pêşî li êrîşa zayendî û tecawiza li dijî  zarokan bê girtin. Behsa darvekirin û xesandinê tê kirin. Lê em rêbazên cezakirina li dij mafên mirovan teqez naparêzin. Her wiha em zimanê çapemeniyê yê di nûçeyan de jî rexne dikin. Divê di nûçeyên êrîşa zayendî ya li dijî  zarokan de wêne neyên bikaranîn. Divê berfirehiya bûyerê bi giştî neyê nîşandan. Nûçe şîdeta heyî normal dikin.”