Bijîşk bêyî ku muayene bike derman nivîsand
- 09:12 7 Îlon 2018
- Rojane
BAYBURT - Vesîle Yuksel bi zarokên xwe Arîn û Avestayê re bi mehane ku di girtîgehê de tê girtin. Keça wê Avesta êşa diran kişand û bijîşk bêyî ku Avestayê muayene bike ji wê re derman nivîsand. Loma Vesîleyê bertek nîşanî vê yekê da. Piştre lêpirsîn derbarê Vesîleyê de hat destpêkirin.
Vesîle Yuksel di Sibata 2017’an de li Mêrdînê bi hinceta di çapemeniya civakî de ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hat binçavkirin û bi keçên xwe Arîn Mîrkan (4) û Avesta (6) bi mehan e di girtîgehê de ye. Vesîleyê di 7’ê Sibatê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê surgunî Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê hat kirin. Cezayê wê di çileyê 2019’an de bi dawî dibe.
Muayene nekir lê derman nivîsand
Hat hînbûn ku ji ber şerd û mercên girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê yên Arîn û Avestayê zêde bûne. Zarokên ku bi mehane ji gaza îsotê bigire heta jimartina leşkerî rastî her cureyê zextan hatine, hat hînbûn ku roj bi roj kîlo winda dikin. Li gorî agahiyên ji malbatê hatine girtin, ji ber gaza îsotê ya avêtine koguşê, agirê laşê Arînê bi hefteyan berdewam kiriye û piştî Arînê, Avesta ya ku divê îsal dest bi dibistanê bike jî di diranên wê de pirsgirêk derketiye û birine nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku li nexweşxaneyê bijîşk bêyî Avestayê muayene bike, derman jê re nivîsiye û Vesîleyê li dijî vê yekê derketiye û dermanên bijîşk daye Avestayê jî negirtiye. Hat hînbûn ku bijîşk derbarê Vesîleyê de serlêdana sûc kiriye.
Rîska ceza heye!
Ji ber lêpirsîna hatiye vekirin îhtîmala ku Vesîle ceza bigire heye. Vesîleyê bertek nîşan da û hat hînbûn ku Avesta carek din nebirine nexweşxaneyê.
‘Êdî bes e, em dixwazin ji vir derkevin’
Bavê Arîn û Avestayê Sultan Yuksel got; “Di her hevdîtina telefonê de digirîn. Dibêjin ‘Êdî bes e, em dixwazin ji vir derkevin’.”