Bila çarenûsa we li ya me neçe zarokno!

  • 09:08 7 Îlon 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Li welatê me zarok mezin nabin. Bi milyonan zarokên me  bê dawî zarok man e. Ji ber wê  ye ku zarokên me zêde ne û kal û pîrên me kêm in. Ji ber ku zarokên me mezin nabin. Cîhana kû em tê de dijîn cihana serdest, zalim, dagiker û bê bextan e. Kesên desthilatdar yên ku li cihê her zindiyekê biryaran digirin û pêkanina van biryaran ji bo xwe weke maf dibînin derbarê zarokan de ji biryarê didin û zarokan weke tune, bê biryar û bê hest  dihesibinin.  Lê belê yên wek wan tevnagerin û li hember biryar û kiryarên wan bê helwest namînin her dem zarok dimînin."
 
Leyla Arzu Îlhan
 
Zarokên delal hêviya me ji we ku çarenûsa we li ya me neçe. Ji ber kû me mezinan ciwanî û bedewiyên xwe ji dest dane, hun van ciwanî û bedewiyên xwe ji dest nedin û rê nedin kû ew hêviya di bîbikên çavên we de winda bibe.
 
Herî zêde dema mirov li çavên zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dinêre mirov bi hêvî dibe. Roja 1 Îlonê qaşo Roja Aşitiyê ya Cîhanê min li çavên zarokên wargehê temaşe kir û ez bi hêviyên kû wê ev cîhan di bin gemarî û qirêjiyê de ne fetise hatim dorpêçkirin. Ji ber kû xebata di pêşengiya zarokan de li wargeha me hat kirin carekdin peywira me ya li hember civak, xweza û derdorê anîn bira me. Cihana kû me bi destên xwe yên mezin qirêj kir wan bi  destên xweyên biçuk, lê bi çavên mezin û dilê mezin paqij kir. Her çendî kû xebata wan ya ji bo paqijiya derdurê di demek kurt de bu jî lê buhayê her kêliyek a xebata wan ji roj û salên me gelek giran buhatir bu. Ji ber kû tişta em bi rojan yan jî bi salan nikarîn çareseriyê jê re peyda bikin û pêkbînin we di kêliyekê de pêkanî. Cîhana kû me kiriye qurbana berjewendiyên xwe yên kesane, hunê bikarin bigihînin rewşa wê ya xwezayî, bingehîn û rasteqîn. 
 
Hêzên kû qaşo dibêjin em gerdunî ne, em mirovperwer in û em pêşverû ne, ji bo kû hinekî jî be qirêja xwe  bi nixwumînîn roja 1’ê Îlonê kirine Roja Aştiyê ya  Cîhanê. Lê belê weke kû di peyama we ya di vê rojê de we dayî. “heya zarok bên qetilkirin, daristan bên şewitandin, lawir bi hovane bên tunekirin li seranserî Cihanê, gelo aşitî li ku derê ye. Ki dikare behsa aşitiyê bike û hêza kê wê têrê bike me bi gotina aşitiyê bide bawerkirin.” Ev peyama we rexneyek herî mezin e ji bo me tevahî mezinan. Pêkanina peyama xwe pêwira me ya herî sereke ye kû ji bo em carekdin li xwe vegerîn û rexnedayina xwe di pêkanîna kiryarên xwe de li hember we bidin. Ji ber kû zarok zindiyên herî pak in, ji ber vê yekê ji pêwist e em cîhanek pak ji wan re wek miras bihêlin. 
 
Rast e li seranserî Cîhanê zarok tên çewisandin û zarok ji zarokatiya xwe bêpar tên hiştin. Lê belê qedera zarokên kurdan jî wek ya kurdan e û ji tevahiya zarokên Cîhanê bêhtir bi zarokatiya xwe şad nabin. Li welatê me zarok mezin nabin. Bi milyonan zarokên me  bê dawî zarok man e. Ji ber wê  ye ku zarokên me zêde ne û pîrên me kêm in. Ji ber ku zarokên me mezin nabin. Cîhana kû em tê de dijîn cihana serdest, zalim, dagiker û bê bextan e. Kesên desthilatdar yên ku li cihê her zindiyekê biryaran digirin û pêkanina van biryaran ji bo xwe weke maf dibînin di derbarê zarokan de ji biryarê didin û zarokan weke tune, bê biryar û bê hest  dihesibinin.  Lê belê yên wek wan tevnagerin û li hember biryar û kiryarên wan bê helwest namînin her dem zarok dimînin. 
 
Ji ber vê yekê hêviya mezinên xwe zarok li vî welatî  her dem zarok dimînin kû ew zarokên dil mezin, çav tijî hêvî û delal çarenûsa wan li ya wan neçe. Fêrî kiryarên mezinên xwe yên xirab nebin kû xirabkeriya xwe ji xwe re maf nebinin. Dema kû Rêber Apo dibêje: “Min îxanet li xeyalên xwe yên zarokatî nekiriye” ya ji me tê xwestin em jî îxanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekin û  her çend ku em bi temen mezin bin jî di dil, hest û delaliya xwe de zarok bimînin û bihêlîn hestên me yên zarokatiyê di hemû kêliya jiyanê de bên jiyîn û em li kû dibin bila bibin em her tim bi çavên zarokekê li hemû zindiyên dora xwe temaşe bikin. We zarokên wargehê roja 1’ê Îlonê ne tenê kolanên me paqij kirin hinek jî be we mejî û dilê me paqij kir. Li ser navê mezinan ez lêburina xwe ji we dixwazim û spasiya we dikim. Bi hêviya kû her kêliya jiyana me bi hestên zarokatî be.