Şopên koçberiyê yên ku nayên jibîrkirin

  • 09:02 7 Îlon 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Êrîşên li dijî Efrînê yên ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wî û li pêş çavên cîhanê pêk hat û herî zêde jin û zarok di bin bandora vê yekê de man, hîn ji aliyê jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne nehatiye jibîrkirin. Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku zilma dewleta tirk û komên girêdayî wî bi awayekî aşkere li pêş çavên cîhanê pêk hat lê li dijî vê yekê mafên gelê Efrînê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî ve nehat parastin û tenê hatin hiştin. 
 
Li seranserê cîhanê şopên koçberiyê yên ku li ser rûyê mirovan dide der bi awayekî aşkere xwe nîşan dide. Êşa mayinde ku her dem di çavên mirovên koçber de wekî xalekê dimîne winda nabe. Lê taybetmendiyek vê yekê heye ku mirovên serhildêr her dem tevî vê êşê berxwedanek mayinde jî didomînin. Gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî li Kantona Şehbayê bi cih bûn bi berxwedana xwe ya mayinde di dîrokê de cihê xwe girtin. Jinên ku 58 rojan li berxwe dan vê berxwedanê wiha pênase dikin:"Dema ku bombe bi ser serê me de dibariya, zarok û jin dihatin qetilkirin û li dijî vê yekê cîhan bêdeng dima, me bejna xwe netewand, me serî hilda, heta roja îro."
 
'Niha li Efrînê zilm didome'
 
Jina bi navê Xedîce Muhemed bi lêv kir ku niha li Efrînê zilm didome û wiha got:"Dewleta tirk û çeteyên wê niha zilma xwe ya li ser gelê Efrînê didomînin. Efrîn bi awayekî hovane li pêş çavên cîhanê dagir kirin. Lê hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bêdeng man. Em tenê hatin hiştin lê tu carî tirs neket dilê me û me li berxwe da. Me li dijî cîhanê ispat kir ku em xwedî îradeyek mezin in. Dema ku bombe bi ser serê me de dibariya, zarok û jin dihatin qetilkirin û li dijî vê yekê cîhan bêdeng dima, me bejna xwe netewand, me serî hilda, heta roja îro. Em ê heta dawî bi hêz û îradeya xwe ya azad li berxwe bidin."
 
'Heta dawiyê me li berxwe dan'
 
Emîne Şahîn a ji Gundê Kefersefrê yê girêdayî Navçeya Cindirisê serdema êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê wiha rave kir:"Li Gundê Kefersefrê hemû kes di nava têkoşînekê de bûn da ku dev ji gundê xwe bernedin. Kesekî nedixwest ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrînê dagir bikin. Ji ber ku pêkanînê wan dijmirovî bû, hovane bû. Ji demokrasî û ehlaqê şer bêpar bûn. Zilim li gel dikirin û niha jî ev zilma didome. Zilma dewleta tirk û komên girêdayî wî bi awayekî aşkere li pêş çavên cîhanê pêk hat lê li dijî vê yekê mafên gelê Efrînê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî ve nehat parastin û tenê hatin hiştin. Heta dawiyê me li gundê xwe li berxwe da ku em ji axa xwe nebin. Niha jî em li Şehbayê ne û li berxwe didin. Em hêvî dikin ku dê Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin û em ê vegerin ser axa xwe."
 
'Em hêviya xwe winda nakin'
 
Fatmê Qasêm jî anî ziman ku ew hêviya xwe winda nake û ew ê her li benda rizgarkirina Efrînê û vegera gundê xwe be. 
 
Her wiha jina bi navê Bêrîvan Îsa jî da zanîn ku ew bi her awayî berxwedan û têkoşîna xwe didomînin û serî li dijî dagirkeran natewînin.