Li kantona şehbayê Kongireya Star ji bo jinan perwerde da destpêkirin

  • 18:02 6 Îlon 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Kongireya Star li Kantona Şehbayê ji bo jinên gundê Hirbil, Um Huş, Um Qura Perwerdeyek ji bo 8 rojan da destpêkirin.
 
Bi armanca pêşxistina jinan û bi hêkirin rêxistina jinan Rêxistina Kongireya Satr a herêma Efrînê li Kantona Şehbayê  perwerdeyek ji bo  8 rojan da destpêkirin. Hat diyarkirin ku ew ê 23 jin tevli perwerdeyê bibin. Mijarên  ku wê di perwerdeyê de bên destgitin ev in; girîngiya perrdê, koçberî, welatparêzî, Çand û exlaq, hevjiyana azad, şêwaza xîtabetê, heqîqeta rêvebertiyê, parastina rawa, şerê tayîbet û rexne û rexne dayîn e. 
 
 
Endama Kongira Star a Herêma Efrînê Salîha Sîdo diyar kir ku ji ber  perwerde esasa jiyana wan e tevî koçberiyê perwerdeya xwe dibînin û wiha berdewam kir:" Îro li kantona Şehbayê em wek jinên herêma Efrînê tevlî perwerdeya 8 rojan bûne, perwerdeya îro li ser koçberi yê bû, em gelekî kêfxweş in ji ber ku em tevlî vê perwerdeyê bûne. Perwerde esasê jiyan û rêxistin bûyîna me ye."
 
'Perwerde mirov pêşve dibe'
 
Endama Jinên Ciwan a herêma Efrînê Sozan Ibrahîm jî ya ku hestîn xwe anîn ziman  ev tişt got: "Dema ku mirov neyê perwerdekirin mirov nikare bigihîje aramanca xwe. Îro 23 jin tevlî perwerdeyê ji bo 8 rojan bûne û ev perwerde bandorek herî mezin li ser jiyana me dike. Jin çiqas bê perwerdekirin evqas  zihniyeta wê pêşdikeve û dizane ku ji bo çi dijî. 
Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku di nav hemû şert û mercên zehmet de em rxistinbûyîna xwe berdewam dikin û xwe li gorî felsefeya Rêber Apo perwerde dikin"
 
'Armac pêşxisitna jinê ye'
 
Koordînatora Kongreya Star a Herêma Efrînê Newroz Heşêm jî  anî ziman ku wan bi  armanca pêşxistina fikira jinê di hemû waran de ev perwerde dane destpêkirin û wiha got:" Ji ber ku Rêber Apo girîngiyek herî mezin dide perwerdê û dibêje dema jin ne perwerdekirî be nikare xwe bi rêxistin bike,îro em wek Kongreya Star li seranserî Kantona Şehbayê perwerdeyan ji jinan re didin destpêkirin. Ev du rojên perwerdeya ku me daye destpêkirin bûne.  Perwerdeya me ya ku wê 8 rojan berdewam bike roja yekem girîngiya perwerdê bû îro jî koçberî bû. Wê sibe bi mijarên me yên mayî berdewam bike û ew ê di roja 8'eemîn de bê qedandin"