Wê dayikên Şemiyê di hefteya 702'emîn de li qadan bin

  • 17:37 6 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ragihandin ku ew ê di hefteya xwe ya 702’yemîn de li Qada Galatasarayê bin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Hundir çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700’emîn rastî mudaxeleya polîsan hatibû û di hefteya 701’emîn de jî destûr nehat dayîn ku biçin Qada Galatasarayê û çalakî qedexe kiribûn. Dayikên Şemiyê di hesabê xwe yê twîtterê de ragihandin ku ew ê di hefteya 702’yemîn de li Qada Galatasarayê bin û li aqûbeta Kenan Bîlgin ê 24 sal berê hatibû windakirin bipirsin.