'Tecrîd binpêkirina mafên mirovahiyê ye'
- 09:04 5 Îlon 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Parêzer Xedîca Ibrahîm tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got:"Li Tirkiyeyê polîtîkayek gelek hişk û dijwar tê meşandin. Ev polîtîkaya bandorek mezin li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dike. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovahiyê ye."
Parêzer Xedîca Ibrahîm derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku bi tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan rêgezên navneteweyî jî tên binpêkirin û got:"Mafê ewlehî û tenduristiya Rêber Apo çiqasî tê dayin em vê yekê nizanin. Ji ber ku tecrîdek giran heye tu agahî nayê girtin. Loma ev yek jî gumanan di dilê mirov de ava dike. Li cîhanê mînaka tecrîdek bi vî rengî hîn nehatiye dîtin."
Xedîca Ibrahîm bi lêv kir ku li gor pîvanên zagonên navneteweyî ev tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û wiha got:"Tevî ku li gor peymanên navneteweyî ev tecrîda giran a li ser Rêber Apo dijhiqûqî ye, dîsa jî hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bêdeng dimînin. Ev jî nîşan dide ku berjewendiyên navneteweyî esas tên girtin. Polîtîkayên tecrîdkirinê li her derê cîhanê dibe sedema kaosên mezin loma divê tecrîdên bi vî rengî li cîhanê bi dawî bibe."
'Li cîhanê mînaka tecrîdek bi vî rengî hîn nehatiye dîtin'
Xedîcayê da zanîn ku wan ji bo Abdullah Ocalan di 2016'an de komek parêzeran ku ji 35 kesî pêk tê ava kirine û gelek proje li pêş xwe danîne û hîn jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Me gelek caran kampanyaya îmzeyan li dar xist û her wiha em bi saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ketin nava têkilayê. Dê çalakiyên me yên cur ber cur bidomin. Li Tirkiyeyê polîtîkayek gelek hişk tê meşandin. Ev polîtîkaya bandorek mezin li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dike. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovahiyê ye. Mafê ewlehî û tenduristiya Rêber Apo çiqasî tê dayin em vê yekê nizanin. Ji ber ku tecrîdek giran heye tu agahî nayê girtin. Loma ev yek jî gumana di dilê mirov de ava dike. Li cîhanê mînaka tecrîdek bi vî rengî hîn nehatiye dîtin. Ji bo aştiyek mayinde divê ev tecrîd bi dawî bibe."