Li Hatayê gelek HDP'yî hatin binçavkirin

  • 10:39 4 Îlon 2018
  • Rojane
HATAY - Li Hatayê polîsan bi ser malan de girtin û Hevserokên HDP'ê yê Îskenderûnê Muhsine Taşan û Ahmet Çahan jî di navde gelek kes binçav kirin. 
 
Polîsan li Navenda Hatayê û navçeya Îskenderûn a Hatayê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokên HDP'ê yê Îskenderûnê Muhsine Taşan û Ahmet Çahan jî di navde gelek kes binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Îskenderûnê.