'Xwendina pirtûkan lêgerîna ber bi heqîqetê ve ye'
- 10:15 4 Îlon 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Semîra Şukrî ya ku di 14 saliya xwe de tevî derfetên kêm hînî zimanê Kurdî dibe tîne ziman ku ger jin li zimanê xwe xwedî dernekevin nasname, dîrok û çanda gelekî dê tune bibe.
Di serdema Rêjîma BAAS'ê de Kurd ji mafên xwe yên wekî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê bê par bûn. Piştî Şoreşa Rojava gelê Kurd bi saya têkoşîna giranbiha bû xwedî mafên xwe yên rewa. Semîra Şukrî ya di 1973'an de li Kobanê çavên xwe ji cîhanê re vekir, ji ber zext û zordestiyan di 14 saliya xwe de tevî derfetên kêm hînî xwendin û Zimanê Kurdî dibe. Semîraya ku ji zimanê dayikê re xizmetê dike dibêje:"Xwendina pirtûkan lêgerîna ber bi heqîqetê ve ye. Loma divê em bixwînin û li zimanê xwe xwedî derkevin."
Semîra Şukrî armanca fêrbûna xwendin û zimanê dayikê wiha rave kir:"Di serdema Rejîma BAAS'ê de Kurd ji gelek mafên xwe yên mirovahî bêpar dihatin hiştin. Li dijî vê yekê em têkoşiyan û em hatin heta roja îro. Di nava vê têkoşîna min de min hînbûna zimanê bi dayikê jî ji xwe re kir armanc. Çimkî heta ku em li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê nikaribin ku xwe biparêzin."
'Em bi dizî hînî zimanê dayikê dibûn'
Semîrayê da zanîn ku ew di bin şerd û mercên gelek zehmet de hînî zimanê dayikê bûne û wiha domand:"Di salên 80'î de bi alîkariya hinek hevalan rojê me li malekê bi rengekî veşartî dersa zimanê Kurdî didît. Em bi dizî hînî zimanê dayikê dibûn. Em rojana ez qet ji bîr nakim. Têkoşîna ji bo ziman û nasnameyê me da gelek taybet bû. Niha jî em hewl didin ku vê têkoşînê mezintir bikin. Ez niha gelek pirtûkan dixwînim ku zimanê min pêş bikeve. Dema ku ez pirtûka dixwînim ez dibim xwedî agahiyên nû. Min pirtûka Şehîd Semra û Sakîne jî xwend û ez bûm şahidê têkoşîna wan a bi salan. Em çiqas zêde bixwînin em ê ewqas zêde nifşên azad mezin bikin. Jinên ku bixwînin azad dibin û dibin xwedî sekneke bi hêz."
'Xwendina pirtûkan lêgerîna ber bi heqîqetê ve ye'
Semîrayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ger jin li zimanê xwe xwedî dernekevin nasname, dîrok û çanda gelekî dê tune bibe. Loma divê bi taybet jin xwedî roleke sereke be. Divê em wekî jin girîngiyê bidin ziman û xwendinê. Xwendina pirtûkan lêgerîna ber bi heqîqetê ve ye. Loma divê em bixwînin û li zimanê xwe xwedî derkevin."