'Em xwedî li berxwedana xwe derketin û me hêviya xwe mezin kir'

  • 09:04 3 Îlon 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jina bi navê Rûken Ehmed a 30 salî û dayika 2 zaroka ye piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kantona Şehbayê bi cih bû. Rûkenê da zanîn ku wê û malbata xwe di destpêkê de gelek zehmetî kişandine û hîn jî dikişînin û got:"Bi salan e ku li dijî gelê Kurd her dem êrîş û zextên mezin pêk tên. Lê gelê Kurd her serî hilda û bejna xwe netewand. Em jî xwedî li berxwedana xwe derketin û me hêviya xwe mezin kir."
 
Jina bi navê Rûken Ehmed a 30 salî ji Gundê Qentera Navçeya Mabetayê û dayika 2 zaroka ye piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kantona Şehbayê bi cih bû. Rûkenê da zanîn ku wê û malbata wê di destpêkê de gelek zehmetî kişandine, ew di xaniyekî xerabe yê Gundê Tilqiraha Kantona Şehbayê de bi cih bûne û got:"Dema em hatin Gundê Tilqiraha em di xaniyekî ku bi topên çeteyan hatibû hilweşandin bi cih bûn. Me bi derfetên xwe yên kêm xanî ji nû de çê kir û me têkoşîna jiyanê da. Em hîn jî têkoşîna jiyanê didin."
 
Rûken Ehmed da zanîn ku hîn dengê top û tankên ku li ser Efrînê dihat barandin di guhê wê de ne û got:"Dema ku em li Efrînê bûn, zarokên min ji ber dengê tank û topan nikarîbû raketan. Hîn jî zarokên min xewnên tank û topan dibînin. Em di nava şerdên zor û zehmet de berxwe didin. Di destpêkê de li malekê dora 40 kesî bi cih dibûn. Lê hemû kesî alîkarî dan hev û di nava jiyaneke wekhev de me berxwe da. Ger ne wiha be em ê nikariban li ser piyên xwe bimanan."
 
'Em xwedî li berxwedana xwe derketin û me hêviya xwe mezin kir'
 
Rûkenê bi lêv kir ku ew li dijî zextên gelek mezin sekînîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi salane ku li dijî gelê Kurd her dem êrîş û zextên mezin pêk tên. Lê gelê Kurd her serî hilda û bejna xwe netewand. Em jî xwedî li berxwedana xwe derketin û me hêviya xwe mezin kir. Jiyan dema ku alîkarî û wekhevî hebe xweş e. Ger rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji dil bin dê vê neheqiya ku li dijî gelê Kurd pêk tê bibînin û bêdeng nemînin."