Mîtînga Bakirkoyê bi dirûşmên 'aştî' û 'serîhildanê' dest pê kir
- 16:58 2 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê bi deh hezaran kes dimeşin mîtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku bi dirûşmeya “Aştî nayê tecrîdkirin" meşa ber bi qadê ve didome.
Bi deh hezaran kes ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman ji çar aliyên Stenblolê ber bi Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ve dimeşin. Bi deh hezaran ji bo tev li mîtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya bi dirûşmeya "Aştî nayê tecrîdkirin" bibin, kortej ava kirin û dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên li Qada Dikilitaşê kom bûn, dest bi meşê kirin. Di korteja meşa mîtîngê de Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî cihê xwe girtin. Parazvanen mafên mirovan, hiqûqnas, aktivîstên aştiyê û nûnerên gelek sazî û rêxistinên din jî tev li meşê bûn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî jibo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman di meşê de cihê xwe girtin. Koma Dayikên Aştiyê di kortejê de pankarta “Em rê nadin şer," vekirin. Di meşê de strana “Beni bul anne/Min bibîne dayê" bi dengê bilind hat strîn.
Di korteja meşê de pankartên “Aştiya rastîn dê bi şoreşê pêş bikeve", “Gotina me ya aştiyê û hêza me ya guhertinê heye", "Rêya tenduristiyê di aştiyê re derbas dibe", “Israra di aştiyê de, israra di jiyanê de ye" û “Ji şer re na, aştî hema anha" vekirin. Komên ku tev li mitîngê bibin, beriya dest bi meşê bikin srûd xwendin. Dayikên Aştiyê ku bi salan ji bo aştiyê çarika spî didin serê xwe di meşê de dîsa çarikên spî dan serê xwe û peyam dan.
Bi hezaran kesên di kortejê de cih girtin, bê navber dirûşmeyên "Heq, hiqûq û edalet dê bi HDP'ê pêş bikeve", "HDP gel e, gel li vir e", "Bijî biratiya gelan" û “Ne qeyûm û ne jî dewlet, Tirkiyeya demokratîk" berz kirin. Di Kortejê de li ser nepoxan "1 Eylul" "aşitî" "peace" hat nivîsandin. Parlamenterên HDP'ê bi wêneyê aktîvîstê kurd Ramin Hossein Panahî, şewata daristanên li Dersimê û êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê tev li meşê bûn.
Bi hezaran meşiyan Qada Azadiyê. Bi hezaran kesên bi dowîz, pankart û diruşmeyan daxwazên xwe yên aştiyê û rexneyên xwe yên li dijî hikûmetê anîn ziman ber bi Qada Azadiyê ve dimeşin. Mîtîng dê ji bo kesên di têkoşîna aşti û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê dest pê bike. Komîte dê daxuyaniyê bide û piştre dê Nûnerên Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Komeleya 10'ê Cotmehê, Platforma Gezî, Kenan Gungordu yê li ber şaredariyê çalakiyê pêk tîne dê axaftin bikin.
Piştî axaftinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu dê koma Grup Vardiya û Baraj konser bidin.