Ayten Ozturk a ku îşkence lê hat kirin hat girtin
- 16:36 2 Îlon 2018
- Rojane
ENQERE - Ayten Ozturk piştî ku li Lubnanê hat binçavkirin şûnde ji wê agahî nehat girtin. Piştre Aytanê ragihand ku ew teslîmî Enqereyê hatiye kirin û îşkence lê hatiye kirin. Aytena ku anî ziman ew bi îşkenceyê rû bi rû maye hat girtin.
Ayten Ozturk di 8'ê Adarê de li Balafirgeha Lubnanê hat binçavkirin û di 13'ê Adarê de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û 6 mehan agahî jê nehat girtin. Aytenê ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ji bo Aytenê li ser hesabê medyayê yê xwe daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Aytenê ji aliyê dozgeriya lêpirsînê hatiye girtin û beyanên Ayşe Ozturk ên îşkeceyê ji aliyê dozgeriyê û dadger nehatiye guhdarkirin. Beyanên parêzer û Aytenê derbasî girtekan nekirine."