Ji jinên Şehbayê re civîn hat lidarxistin

  • 14:50 2 Îlon 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Li Navçeya Fafînê bi beşdarbûna 10 jinên ku di saziyan de cihê xwe digirin derbarê nirxandina 6 mehên dawî de civîn hat lidarxistin. 
 
Li Navçeya Fafînê ya Şehbayê bi beşdarbûna 10 jinên ku di saziyan de cihê xwe digirin derbarê nirxandina 6 mehên dawî de civîn hat lidarxistin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Kantona Şehbayê Fetihiyê Weqas rewşa dawî ya pêşketinên siyasî û rewşa jinên li kantona Şehbayê nirxand.
 
Fetihiyê diyar kir ku rewşa siyasî ya dawî niha di nava tevlîheviyekê de ye û bi taybet li Idilibê her kes li gor berjewendiya xwe dixwaze xwe di herêmê de bi cih bikin û wiha domand:" Yek ji wan kesan jî Erdogan e  ku dixwaze hêza xwe di Idilibê de bi cih bike û bandora xwe li ser wir bike, lê belê Idlib wê ji destê dewleta Tirk a dagirker were girtin."
 
Fethiyê di berdewamiya axaftina xwe wiha got:" Dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiya xwe dibe sedema tevliheviyen mezin. Ji ber polîtîka û lîstikên qirêj ên dewleta tirk û hevkarên wê li Kantona Şehbayê jî zehmetiyên mezin tên jiyîn. Bi avakirina navendên jinan û komîteyên jinê êdî jin li Şehbayê ji xwe qaliba ku di mal de bimîne şikandin, rola xwe di nav hemû xebatan de dilîzin. Lê pêwite ku hemû jin çalak bin û li ser piyên xwe bisekinin."
de jiyan dikin bi riya serdana û civînan rizgar bikin."
 
Civîn bi nîqaşên berfireh bi dawî bû.