'Zarok siberoja civakê ye'
- 13:55 2 Îlon 2018
- Rojane
Cudî Zêno- Lîlav Elî
ŞEHBA - Li Gundê Tilqiraha Hehrezê ya Kantona Şehbayê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi şahiyekê karne li zarokên pola nehemîn û dozdemîn belav kir.
Li Dibistana Şehîd Kendal a Gundê Tilqiraha Ehrezê ya Kantona Şehbayê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi şahiyekê karne li 181 zarokên pola nehemîn û dozdemîn belav kir. Têkildarî mijarê mamosteyên xwendekaran axivîn û gotin ku zarok siberoja civakê ne û divê em bi perwerdeyek baş li siberoja xwe xwedî derkevin.
Mamosteya Zimanê Kurdî ya Ehrezê Eliye Ehmed got:"Tevî hemû êrîş û zextan zarokan karneyên xwe girtin. Ji ber ku ziman hebûn û nasnemeya gelan e em wek Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li gor derfetên di destên me de, me dibistan ji xwendekarên ku ji dibistanê xwe mabûn vekir. Çimkî zarok siberoja civakê ye. Divê zarok baş bê perwerdekirin."
Mamoste Eliya Bekir jî axivî û wiha got:" Tevî ku Efrîn hatibû dagirkirin û êşek mezin di nav gel de hatibû jiyîn, dîsa xwendekaran li dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dîtin. Em û zarokên xwe tu carî dev ji têkoşînê bernadin."
Her wiha xwedekara bi navê Sêvîn Muhemed û Zîlan Muhemed jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin" Em îro gelekî kêfxweş in ji ber ku me karnemeyên xwe tevî şerd û mercên zehmet girt. Erdogan nikare me ji zimanê Kurdî dûr bixe."
Evîn Bereket jî wiha got:" Ez gelek kêfxweş im ji ber ku karnemeya xwe digirim. Zimanê me nasnameya me ye û em ê heta dawî li nasnameya xwe xwedî derkevin."