Karkerên DHA'yê ji kar tên avêtin

  • 13:20 2 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerên DHA'yê ji kar tên avêtin. Herî dawî nûçegîhan Nilufer Demir a ku wêneyê Alan Kurdî kişandibû ji kar hat avêtin. 
 
Piştî ku Koma Medyaya Doganê ji aliyê Koma Demirorenê hat kirîn şûnde gelek kes ji kar hatin avêtin. Xebatakara Buroya Bodrumê ya DHA'yê Nilufer Demir Kandirmiş û nûçegihan Yaşar Anter ji kar hatin avêtin.