Li Balikkesîr û Manisayê daxuyaniyên 1'ê Îlonê di bin dorpêçkirina polîsan de hat kirin
- 11:40 2 Îlon 2018
- Rojane
BALIKESÎR / MANÎSA - Li Balikkesîr û Manisayê daxuyaniyên 1'ê Îlonê di bin dorpêçkirina polîsan de hat kirin. Di daxuyaniyan de peyama têkoşîna li dijî şerê emperyalîzmê hat dayin.
Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Manîsayê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Demokrasiyê ya 15'ê Tîrmehê daxuyanî da. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Cumhûriyetê (CHP), Rêvebirên Partiya Gel a Cumhûriyetê (CHP), endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên platformê tevî dorpêçkirina polîsan pankarta "Ger çiya, mirova û mirin jî westiya be niha helbesta herî xweş aştî ye." vekirin. Dirûşmên "Ji şer e na, bila aştî niha pêk were","Li hundur û li derve ji bo şer na", "Bila şer çê nebe û zarok nemirin" hatin berzkirin.
Berdevkê serdemî yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Manîsayê û Serokê Şaxa Egitim Senê ya Manîsayê Metin Demirel di daxuyaniyê de ragihand ku aştî ne windakirin e û got:"Êrîş li dijî Dayikên Şemiyê yên ku ji bo aqubeta zarok û xizmên xwe têdikoşin hatin dayin. Ji bo aştiyê divê em deng bidin aştiyê. Ji şer e na, bijî aştî! Bijî wekheviya gelan û hevkariya kedkaran."
Balikesir
Platforma Demokrasiyê yaq Edremit Altinolukê di bin dorpêkirina polîsan de daxuyaniya 1'ê Îlonê da. Daxuyanî li Kuçeya Altinolukê pêk hat. Mehmet Tank li ser navê platformê daxuyanî xwend. Mehmet di daxuyaniyê de da zanîn ku gel bi salane ku bedela şerê giran dide û got:"AKP ev 16 sal e ku bû sedem em bi hêzên derveyî bên girêdan û loma niha qeyranek aborî heye. Em êrîşên li dijî Dayikên Şemiyê şermezar dikin."
Her wiha polîsan destûr nedan rûniştina Şaxa ÎHD'ê ya li Burhaniyeyê ya ji bo êrişên li dijî Dayikên Şemiyê.