Rêwitiya Têkoşînek ji bêhna keziyên Dayikên Şemiyê

  • 11:09 2 Îlon 2018
  • Rojane
Roza Metîna
 
AMED - Dayikên Şemiyê yên ku 23 sal in têkoşîna ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe û xizmên xwe didin di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî bi tundî û astengiyan rû bi rû hatin hiştin. Rêyên hatin girtin, bariyerên ku hatin danîn û polîsên ku li dewsa Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê rûniştin, wêneyê 20 sal berê nîşan da. Ev 20 sal e ku lêgerîna edaletê didome û li dijî binpêkirin û destdirêjiya hemû îktadarên ku heta niha hatin têkoşîna Dayikên Şemiyê didomin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqubeta xizmên xwe yên windayî hîn bibin bi salan e ku her hefte li Qada Galatasarayê kom dibûn. Di çalakiya hefteya 700'emîn de bi fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kiribûn. Di roja 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî nehat hiştin ku çalakiya bi salan e tê kirin, pêk were. Dayikên ku bi salan e li dijî zordestiya li ser nasnameya neteweyî û nîjadperestiyê têdikoşin, dîsa bi heman seknê li berxwe dan. Têkoşîna wan a li dijî sozên ku hatibû dayin, dewam kir. Di 5'ê Sibata 2011'an de Tayyip Erdogan bi Dayikên Şemiyê re civînek li dar xistibû û soza dîtina kujerên windayan dabû. Şêwazên zordestiya neteweyî, bi sozên ku ji dîrokê heta niha hatibû dayin û nehatibû bicihanîn, hatibû dubarekirin. Di çalakiyên ku hat qedexekirin de polîsên ku ji parlamenterên îradeya bi milyonan temsîl dikin gotin 'em we nas nakin' dîsa bû sedema dubarekirina şêwazên zordestiya neteweyî. 
 
Rêwitiya Têkoşînek ji bêhna keziyên Dayikên Şemiyê
 
Berxwedan û diyarkirina ji bo çarenûs û siberoja xwe di bîbîkên Dayikên Şemiyê de ev bi salan e ku dide der. Rêwitiya têkoşînek ji bêhna keziyên Dayikên Şemiyê çavkaniyek taybet a ji bo têkoşîna doza Gelê Kurd dide nîşandan. Li dijî gotin û heqaretên ku ji mêj ve ji gelê Kurd tê kirin, wekî sembola berxwedanê ye ev rêwîtî. Di dîroka neteweyekî xwedî hejmarek bi milyonan û bê dewlet de, ew bûn çavkaniya parastina mafên siberojê.
 
Têkoşîna Dayika Berfo, ji gelek dayikên ku hîn hêviya xwe winda nekirine bû feyzek taybet 
 
Dayikên ku ji bo aştiyê û ji bo xeyalên dîl hatine girtin her hefte li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin û bi êrîşên mezin rû bi rû hatin hiştin, li ser axa xwe biyan hatin hiştin. Li ser axa wan hêsirên Dayika Berfo ku digot:"Rojekê dema ku lawê min were malê dibe ku mala min nas neke. Loma ev 30 sal e ku min xaniyê xwe boyax nekiriye. Min tu carî deriyê xwe negirt. Min got belkî rojekê Cemîlê min were." dibû lehî û ber bi nediyarbûnekê ve diçû.  Têkoşîna Dayika Berfo li dijî astengî û qedexeyên ku li dijî zincîra aştiyê rû dan, her dem dewam kir. Têkoşîna Dayika Berfo ku heta dawiya temenê xwe li lawê xwe Cemîl digeriya, ji gelek dayikên ku hîn hêviya xwe winda nekirine bû feyzek taybet.