4'emîn mihrîcana zarokan li Rimêlanê dest pê kir
- 10:00 2 Îlon 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ- Li Rimêlanê 4'emin mihrîcana zarokan a Herêma Cizîrê di bin dirûşmeya" werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin" dest pê kir.
Li Bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Navçeya Girkêlegê bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn 4'emîn mihrîcana zarokan a Herêma Cizîrê di bin diruşmeya" werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin" dest pê kir.
Cihê Mihrîcana zarokan bi wêneyên xeyalên zarokan hat xemilandin û bi diruşmeyên wekî "zarok hestên pêşeroja civakê ne li wan xwedî derbikevin" hatin berzkirin. Ev mihrican wê 6 roj li Bajarokê Rimêlanê bidome û paşê dê 3 rojan bernameyê xwe li Serêkaniyê berdewam bike. Di vê mihrîcanê de zarokên hemû netewên ku di herêmê de dijîn de berhemên xwe ji muzîk, şano,govend, karê destan pêşkêş bikin.
Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir paşê axaftin hatin kirin.
Li ser navê Tevgera Kevana Zêrîn Rûken Muhemed wiha got: " Ji ber ku îro 1 îlonê ye roja aştiyê wekî Tevgera Kevana Zêrîn me xwest ku ev roj ji bo zarokan cuda be. Kêfxweşiyekê bidin dilê zarokan ên ku ev çend sal in di nav şoreşê de dijîn. Ji bo ev zarok bikarin xilayên xwe yên zarokatî bijîn û li çanda xwe xwedî derbikevin em alîkariya wan dikin."
Destpêkê koma "Berfa çiya" ya muzîkê ya Navenda Aram Tîgran çend stranên bi germahiya dilê zarokatî gotin. Paşê koma "Kevana Zêrîn" ya Şano şanoyek bi navê "Diziya Bexça" pêşkêş kirin, navenda Tilhemîs jî rengekî cuda da mihrîcanê bi beşdarbûnek koma "Esala" ya zarokên Ereb govendeke filklorî lîstin. Her wiha suprîz ji bo zarokan hat kirin.
Roja yekem a mihrîcana zarokan bi meşek ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.