3'emîn Kongreya Yekîtiya Parêzeran bi dawî bû
- 09:36 2 Îlon 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Sêyemîn Kongreya Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîr bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû
Yekitiya Parêzeran Cizîrê, kongreya xwe ya sêyemîn bi dirûşma "Parastina destkeftî û nirxên civakî, mîsogereya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye" li hola komeleya karkeran li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişlo li herêma Cizîrê, bi beşdariya 200 endamên herêma Cizîrê û nûnerên herêmên Efrîn û Firatê û gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê û her wiha mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer, nûnerên Kongreya Star û saziyên sivîl hatibû destpêkirin.
Piştî axaftinan, endamê Yekitiyê Semîr Şêxmûs rapora xebatên du salan ên yekitiyê xwend, her wiha pêşniyarên beşdaran hatin girtin.
Di dawiya kongrê de rêveberiya nû ku ji 7 endaman pêk tê 3 jê jin in, hat hilbijartin.
Kongrê bi biryaran bi dawî bû.
Biryarên ku di kongreyê de hatin girtin wiha ne:
1-Avakirina Koordînasyona Yekîtiya Parêzan li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
2-Aktîvkirina rola yekitiyê di jiyana geştî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
3-Dosyayên sûcên li bajarê Efrînê radestî dozgeriyên navdewletî werin kirin.
4-Pêşxistina rola parêzerên Efrînê.