Zarokan daxuyaniya aştiyê dan
- 09:34 2 Îlon 2018
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin sîwana Kevana Zerîn de zarokan bi daxuyaniyekê 1’Îlonê li tevahî zarokên cîhanê pîroz kirin. Zarok ji Navenda Çand û Hunerê heta Semta 1'emîn meşiyan. Piştî meşê zaroka bi navê Çîdem Ören daxuyanî xwend. Piştî daxuyaniyê zarokan çopên li erdê kom kirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin sîwana Kevana Zerîn de zarokan bi daxuyaniyekê 1’Îlonê li tevahî zarokên cîhanê pîroz kirin. Zarok ji Navenda Çand û Hunerê heta Semta 1'emîn meşiyan. Piştî meşê zaroka bi navê Çîdem Ören daxuyanî xwend. Piştî daxuyaniyê zarokan çopên li erdê kom kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû zarokên cîhanê mafên wan bên parastin û di nava aştiyek mayinde de bijîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo aştî pêk were divê dawî li penabertiyê û li şewata daristanan bê, heta ku penabertî hebe û daristanên Dersîm, Cizîrê û hwd. bên şewitandin ew ê aştî pêk neyê û divê cîhana ku ji aliyê desthilatdaran hatiye dagirkirin divê bê guhertin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê zarok mafên zarokan ên rewa li her derê bê parastin û zarok neyên çewisandin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî 1'ê Îlonê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.