Li Cizîrê piştî 3 salan: Em heta dawiya jiyana xwe wan ciwanan ji bîr nakin
- 09:10 2 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Zekiye Edîn a li Cizîrê 3 sal berê di qedexeya derketina derve de 2 law û hevjîna kurê xwe winda kir, wiha got: “Bila kes wan jibîr neke. Bila kes ciwanên ku li vir hatin qetilkirin ji bîr neke.”
Li Cizîr a Şirnexê di 4’ê îlona 2015’an de qedexeya derketina derve ya ewil hat îlankirin û di ser de 3 sal derbas bû. Herî dawî qedexeya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û 79 roj berdewam kir de li navçeyê nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû êrîş û dorpêçan gelê Cizîrê kolan terk nekirin û li taxan çalakî û dengê dirûşmeyan bilind bû. Yek ji kesên tevlî berxwedanê bû jî Zekiye Edîn a du law û hevjîna kurê xwe winda kiriye.
‘Bi mehan me ji hev agahî negirt’
Zekiyeyê di 9’ê îlona 2015’an de ewil kurê xwe Mehmet yê 22 salî bi guleya ji wesayîta zirxî lê ket, winda kir. Kurê wê yê din Sahîp jî di pevçûna qedexeya dawî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî jî ji aliyê welatiyan ve di sindoqekê de hat dîtin. Zekiyeyê got di qedexeya ewil de ji xaniyê xwe yê taxa Cudî derneketine û heta dawî berxwedane. Zekiyeyê ev tişt vegot; “Di qedexa ewil de her kesî amadekarî kiribû. Law û bûka min di vê qedexeyê de mirin. Kurê min ê din di qedexeya dawî de jiyana xwe ji dest da. Di qedexeya di meha Kanûnê de hat îlankirin de em 20 rojan li wir man. Piştî 20 rojan mala me hat bombebarankirin û em neçar man derkevin. Ji malbatê em her yek çû cihekî. Bi mehan me ji hev agahî negirt. Heta qedexe rabû û em hatin vir.”
‘Min kurê xwe ji wêneyan nas kir’
Zekiyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî qedexê tevî ku nexwestine xaniyê wan hatiye hilweşandin û wiha pê de çû: “Me dixwest em di xaniyê xwe de bin. Tevî xaniyê me ji bodruman dûr bû jî hat hilweşandin. Kurê min Sahîp zewicandî û bavê 4 zarokan bûn. Me heta dawiya pevçûnan agahî jê negirt. Herî dawî cenazeyê wî di sindoqê de hat dîtin. Wêneyên wî kişandibûn. Min ji wan wêneyan lawê xwe nas kir.”
‘Bila kes wan ciwanan ji bîr neke’
Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar dike ku ew her şev li wêneyên zarokên xwe dinêre û radize û got: “Heta dawiya emrê min ez ê van tiştan ji bîr nekim. Em li mafê xwe em li cenazeyên xwe digerin. Wê heta dawî jî wisa be. Heta dawiya emrê xwe ez ê di vê rê de biçim. Bila kes wan zarokan ji bîr neke.”