Li Semsûrê navendên baweriyan rastî eleqeyek mezin tên
- 09:09 2 Îlon 2018
- Rojane
SEMSÛR - Yek ji cihên herî kevn ê xwecîhbûnê Semsûr, bajarekî ku piranî gelê Elewî lê dijî ye. Elewî her sal diçin serdana dehan navendên baweriyê û dua û îbadet dikin.
Li Semsurê di Şikefta Palanli de lêkolîn hat kirin û dîroka bajar heta salên Beriya Zayînê 40000 salan dirêj dibe. Semsûr di alî baweriya Elewiyan de cihekî girîng e û her sal bi hezaran Elewî diçin Semsurê. Elewî di perestgehan de tên cem hev, dua dikin, îbadet dikin, loqme parve dikin û sohbetên der barê pirsgirêkên civakî de dikin.
Qadên baweriyê yên pîroz ên ji bo Elewiyan ên li Semsurê wiha ne:
Turba Kalê Seyyîd Dogan: Kalê Dogan li gundê Borgenek, girêdayê Ocaxê Aguîçen xizmeta kaltiyê meşandiye. Kalê Dogan ji aliyê Elewiyan ve wek murşîd-î Kamîl tê qebûlkirin. Welatî li ser qurbanan didin û loqme belav dikin.
Perestgeha Erî (Agir) Sariye: Li gundê Azîkan e. Elewî diçin serdana perestgehê. Ev turbe ji bo nexweşiya zerikê pir baş e.
Turba Guzel Dede: Li gundê Bulam a Çelîkhan e. Girêdayî Ocaxê Aguîçen e. Tê qebûlkirin ku perestgeh ji bo gelek derdî derman e.
Turba Seyyîd Dede Hasan : Li gundê Recep e. Yek ji turbeya herî girîng a herêmê ye. Tê gotin ev perestgeh ji bo pir nexweşiyan şifa ye.
Turba Huseyîn Haydar: Li gundê Gomukhan e. Ji bo gelek derdî şifa ye.
Turba Kamber Dede: Li gundê Kindiralî ye. Yek ji pîrên Ocaxa Kureyşan e. Îro kurê wî Kalê Nacî xizmetên kaltiyê dimeşîne.
Turba Bavê Kartalli: Turba Bavê Kartalli li rojavayê Çiyayê Ulu Baba ye. Turbeyên kesên pêşengên civakê li vir li giran û cihên bilind tên çêkirin. Ev turbe ji aliyê gelê Elewî ve tê ziyaretkirin. Kesên dixwazin miradê wan bê cih diçin perestgehê.
Ob-Azîz: Azîz Dede ji aliyê gelê Elewî ve wek Murşîdî Kamîl tê qebûlkirin û li gundê Yedîkoluk e. Girêdayî Ocaxa Aguîçen e. Her sal di 11’ê Gulanê de li Semsurê bernameyên Azîz Dede pêk tê.
Turba Pîr Mehmet Buyukşahîn: Girêdayî Ocaxa Uryan Xizir e. Ji aliyê gelê herêmê ve tê ziyaretkirin. Turba wî li gundê Bulam e.
Turba Zerban: Li gundê Bulam e. Bi hinceta OHAL’ê bernameyên Zerban yên her sal pêk dihatin hatin qedexekirin. Di alî Ocaxa Aguîçen de yek ji qadên îbadestê ya girîng e.