‘Em ê qadan vala nehêlin’

  • 09:07 2 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Huda Kaya û hunermenda reqsê Zeynep Tanbay ku piştgirî dan têkoşîna 23 salan a Dayikên Şemiyê wiha gotin: "Em ê van qadan dîsa vala nehêlin. Em ê dîsa daxwazên xwe li qada bînin ziman, emê têkoşîna xwe bidomînin."
 
701’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê dîsa rastî astengiyan hat. Polîsan riyên diçûn qadê bi bariyeran girt û destûr nedan daxuyaniyê. Lê tevî hemû astengiyan xizmên windayan li Kolana Deriyê Buyuk Parmak hatin cem hev û carek din dengê xwe dan bihîstin. Her wiha li Amed û Êlihê jî bi biryara walîtiyan çalakiya xizmên windayan hat qedexekirin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ku yek ji kesên piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê wiha got: “Îro Dayikên Şemiyê çalakiya 701’emîn pêk anîn. Di heman demê de 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bû. Hemû riyên Qada Galatasarayê girtibûn.”
 
‘Em ê bibin dengê wan’
 
Hudayê bi lêv kir ku ew neçar man de di bin dorpêçê de daxuyaniyê bidin û ev tişt anî ziman: “Ev naqede. Ligel zextan me çalakiya xwe pêk anî. Em ê her tim bibin dengê Dayikên Şemiyê. Em ê van qadan vala nehêlin. Em ê daxwazên xwe dîsa li qadan bînin ziman. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Em her tim ligel Dayikên Şemiyê ne’
 
Hunermend Zeynep Tanbay jî bi lêv kir ku yekane daxwaza dayikan edelet e û ev tişt vegot: “Ez mudaxaleya li hember dayikan şermezar dikim. Dayikên Şemiyê çalakiyek aştiyane dikin. Çalakiya herî demdirêj a Tirkiyeyê ye. Ev 700 care ew dayik li wir in û êrîşa li hember jî bi tu awayî nikare bê vegotin. Ez fêm nakim. Em qebûl nakin. Em ê her tim ligel dayikan bin.”