'Divê jin di warê hiqûqê de xwedî gotin û mafên taybet bin'

  • 09:06 2 Îlon 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Parêzerên jin ên ku beşdarî 3'emîn Kongreya Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê bûn anîn ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê divê jin di warê hiqûqê de xwedî gotin û mafên taybet bin. 
 
Parêzerên jin ên ku beşdarî 3'emîn Kongreya Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê bûn diyar kirin ku parastina zagonên civakê û mafê jinê bingeha civakek azad û serbixwe ava dike û gotin:"Ji bo herkes di civakê de bibe xwedî mafên xwe yên herî rewa divê zagonên ku mafên mirovan diparêze bê mîsogerkirin."
 
Parêzer Emîna Ala wiha got:"Berî Şoreşa Rojava hiqûq û qanûnên ku tenê ji berjewendiyên kesan diparast hebûn. Jin ji mafên xwe yên herî rewa bêpar dihatin hiştin. Lê niha jin bûne xwedî maf û di nava qanûnê de mafê wê tê parastin. Mafên hemû jinan tên parastin. Dema ku niha em li Rojhilata Navîn dinêrin li geleh cihan bi taybet jin û bi vê yekê girêdayî civak ji mafên xwe yên herî rewa bêpar tên hiştin û tên çewisandin. Mînaka herî berbiçav dagirkiran Efrînê ye. Dewleta tirk û komên girêdayî wî dema ku êrîşî Efrînê kirin bûn sedema binpêkirina mafên mirovahiyê. Divê di warê parastina mafên mirovan de xalek hevpar a navneteweyî bê avakirin û li dijî binpêkirina mafên mirovahiyê bêdeng neyê hiştin."
 
'Divê em li wicdanê xwe guhdar bikin'
 
Parêzer Gulê Bekendî jî da zanîn ku karê parêzeriyê karekî wicdanî ye û got:"Divê em berê li wicdanê xwe guhdar bikin û bêyî ku em cudatiyê têxin nav gelan em mafê hemû kesan biparêzin. Divê qanûn mirovan biparêze û ji bo pêşketina civakan be. Ji bo herkes di civakê de bibe xwedî mafên xwe yên herî rewa divê zagonên ku mafên mirovan diparêze bê mîsogerkirin. Di nava civakê de ji ber ku jin xwedî rol û mîsyonek girîng e divê mafê jinan bi qanûnan bên parastin û jin neyên çewisandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê divê jin di warê hiqûqê de xwedî gotin û mafên taybet bin."