'Li kantona Şehbayê berxwedana jinan kêlî bi kêlî dewam dike'

  • 09:05 2 Îlon 2018
  • Rojane
Cudî Zênû - Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kantona Şehbayê bi cih bûn ji bo li ser piyan bimînin bi her awayî têkoşîna jiyanê didin. Lîna Edo jî yek ji wan jina ye ku ji bo debara xwe bike û li ser piyên xwe bisekine karê çêkirin û firotina dolaban dike. Lînayê anî ziman ku ew ji bo siberojek ronî têkoşîna jiyanê dide û got:" Li kantona Şehbayê berxwedana jinan kêlî bi kêlî dewam dike."
 
Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kantona Şehbayê bi cih bûn ji bo li ser piyan bimînin bi her awayî têkoşîna jiyanê didin. Lîna Edo jî yek ji wan jina ye ku ji bo debara xwe bike û li ser piyên xwe bisekine karê çêkirin û firotina dolaban dike. Lînayê 32 salî ye, ji gundê Basufanê yê Navçeya Şerayê ye û dayika 4 zaroka ye. Lînaya ku ji bo debara xwe bike karê çêkirin û firotina dolaban dike dibêje ku li Kantona Şehbayê hemû jin li berxwe didin da ku kêfa dijminê me li me nê. 
 
Lîna Edo bi lêv kir ku di xweza û dîroka jin û gelê Kurd de her dem berxwedan û serhildan heye û got:"Em wekî jinên Kurd û gelê Kurd me tu carî serî ji dijmin re netewand. Me her berxwe dan. Niha jî em li Kantona Şehbayê li ber xwe didin. Berî ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Efrînê bike em bextewar bûn. Piştî êrîşî bi hezaran kes hatin koçberkirin û qetilkirin."
 
Tevî ku nexweş e dîsa jî li ser piyên xwe disekine
 
Lînayê anî ziman ku ew nexweş e lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernade û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tevî ku ez nexweş im û em ji ber dewleta tirk a dagirker ji cih û warên xwe bûn jî em dîsa berxwe didin. Bi taybet jî jin li berxwe didin da ku kêfa dijminê me li me neyê.  Li kantona Şehbayê berxwedana jinan kêlî bi kêlî dewam dike."