'Bi operasyona Îdlibê dê guhertinek siyasî û leşkerî pêk were'
- 09:03 2 Îlon 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Di derbarê pêşketinên Îdlibê û rewşa dawî ya Sûriyeyê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Mîzgin Ehmed diyar kir ku bi operasyona Îdlibê dê guhertinek siyasî û leşkerî pêk were û got:"Bi destpêkirina operasyona Îdlibê dê planên dewleta tirk jî têk biçin."
Di derbarê pêşketinên Îdlibê û rewşa dawî ya Sûriyeyê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Mîzgin Ehmed anî ziman ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê Îdlib xalek girîng e û wiha got:"Niha çavên cîhanê li ser operasyona Îdlibê ye. Çimkî bi operasyona Îdlibê dê guhertin di gelek xalan de pêk were. Bi taybet jî dewleta tirk dê di warê gihaştina armancên xwe de têk biçin."
Mîzgin Ehmed bi lêv kir ku dewleta tirk ketiye nav tirsekê û wiha got:"Hemû komên li Îdlibê ne û dibe sedema aloziya li Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve tên xwedîkirin. Loma dewleta tirk ji ber vê operasyonê ne rehet e. Li tevahiya Sûriyeyê îro aloziyek mezin heye û şer hîn didome. Hêzên hegemonîk berî aştî û aramiyê berjewendiyên xwe difikirin. Loma jî ev şer hîn didome û zû bi zû bi dawî nabe."
'Amerîka û Rûsyayê li hev kirin'
Mizgînê da zanîn ku Amerîka û Rûsyayê li ser operasyona Îdlibê li hev kirine û wiha domand:"Di rêvebirina şerê li Sûriyeyê de xala diyarde tevgera Rûsya û Amerîka ye. Bi lihevkirina Amerîka û Rûsyayê dê operasyona Îdlibê pêk were. Ji ber ku hêzên desthilatdar tenê berjewendiyên xwe difikirin loma civînên Astana û Cenevreyê negihaşt armanca xwe. Ger hêzên desthilatdar li ser berjewendiyên xwe li hev nekin dibe ku operasyona Îdlibê jî negihêje armanca xwe. Ger tenê armanc tunekirina komên çeteyan ên li Îdlibê be wê demê dibe ku ev operasyon bandorek erênî bike û ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bibe gavek berbiçav."
'Bi operasyona Îdlibê dê guhertinek siyasî û leşkerî pêk were'
Mizgînê herî dawî wiha got:"Bi operasyona Îdlibê dê guhertinek siyasî û leşkerî pêk were. Bi destpêkirina operasyona Îdlibê dê planên dewleta tirk jî têk biçin. Niha çavên cîhanê li ser operasyona Îdlibê ye. Çimkî bi operasyona Îdlibê dê guhertin di gelek xalan de pêk were. Bi taybet jî dewleta tirk dê di warê gihaştina armancên xwe de têk biçin."