'Ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn perwerde pêwist e'
- 09:01 2 Îlon 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Mala Jinê Fatima Baravî da zanîn ku zewaca di temenê biçûk de ji bo pêşketin û aramiya civakê astengek mezin e û got ku ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn perwerde pêwist e.
Malên Jinê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina mafê jinê û pêşî li zewacên di temenê biçûk de bibirin her dem di nava tevgerekê de ne. Endama Mala Jinê Fatima Baravî derbarê parastina mafê jinê û pêşîgirtina zewaca di temenê biçûk de got:"Mala Jinê çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê ye. Ji bo pêkanîna hevjiyanek azad û aram divê em li mafê jinê xwedî derkevin û pêşî li zewaca di temenê biçûk de bibirin."
Fatima Baravî bi lêv kir ku li cihê zewaca di temenê zarokatî de pêk were û mafê jinê bê binpêkirin demokrasî û aştî pêk nayê û wiha got:"Dema ku mafên jinan bên binpêkirin û zewaca di temenê biçûk de pêk were ev civakê tenê ber bi talûkeyê ve dibe. Bi taybet di nava gelên Ereb de zewaca di temenê bi zarokatî de gelek zêde ye. Ji bo em pêşî li vê yekê bibirin em gelekî dixebitin. Ji bo di nava civakekê de wekhevî bê avakirin divê li wir jin xwe birêxistinkirin bikin. Li civakekê dema ku bên çewisandin wê siberoja wî gelî jî bê tarîkirin. Loma hem ji bo jinê hem jî ji bo civakê perwerde şer de."
'Zewaca di temenê biçûk de zirarek mezi dide civakê'
Fatimayê anî ziman ku hîn li hinek cihên Rojavayê Kurdistanê zihniyeta baviksalarî didome û ji bo ev zihniyet ji holê rabe ew dixebitin û wiha domand:"Berî Şoreşa Rojava Kurdistanê Rejîma li Suriyeyê bi zihniyeta baviksalarî civak bi rê ve dibir û hîn jî şopên vê yekê li hinek cihan mane. Li hinek cihan zarok di temenê biçûk de tên zewicandin. Ji bo em pêşî li vê yêkê bibirin divê em her dem di nava tevgerekê de bin. Çimkî zewaca di temenê zarokatî de zirarek mezin dide civakê. Ji bo civak xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar bike, mafên jinê ji bo bê parastin û zewaca di temenê zarokatî de ji holê rabe perwerde girîng e û em ji bo vê yekê semîner, panel û komxebatan li dar dixin. Her wiha em mal bi mal digerin. Em hewl didin ku hemû jin bên perwerdekirin û mafên xwe biparêzin. Li ser zirarên zewaca di temenê biçûk de em her dem civînan bi jinan re li dar dixin."
'Ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn perwerde pêwist e'
Fatimayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Dema ku em wekî endamên Mala Jinê mal bi mal digerin em gelek caran bi pirsgirêkên zewaca di temenê biçûk de rû bi rû dimînin. Zewaca di temenê biçûk de ji bo pêşketin û aramiya civakê astengek mezin e û got ku ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn perwerde pêwist e. Mala Jinê çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê ye. Ji bo pêkanîna hevjiyanek azad û aram divê em li mafê jinê xwedî derkevin û pêşî li zewaca di temenê biçûk de bibirin."