ROJEVA 2 'Ê ÎLONA 2018'AN
- 09:00 2 Îlon 2018
- Rojev
*Endama Mala Jinê Fatima Baravî da zanîn ku zewaca di temenê biçûk de ji bo pêşketin û aramiya civakê astengek mezin e û got ku ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê birîn perwerde pêwist e. DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Jiyan, Eyhan Yûnis derbarê bandora peymangehên li Rojavayê Kurdistanê de ya li ser perwerdeyê de got:"Ji bo parastina çand, huner û dîrokê perwerde pêwist e. Li Peymangehan jî li ser esasên parastina nirxên civakî û nasnameya gel perwerde tê dayin."DÎMEN HEYE
*Di derbarê pêşketinên Îdlibê û rewşa dawî ya Sûriyeyê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Mîzgin Ehmed diyar kir ku bi operasyona Îdlibê dê guhertinek siyasî û leşkerî pêk were û got:"Bi destpêkirina operasyona Îdlibê dê planên dewleta tirk jî têk biçin."DÎMEN HEYE
*Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kantona Şehbayê bi cih bûn ji bo li ser piyan bimînin bi her awayî têkoşîna jiyanê didin. Lîna Edo jî yek ji wan jina ye ku ji bo debara xwe bike û li ser piyên xwe bisekine karê çêkirin û firotina dolaban dike. Lînayê anî ziman ku ew ji bo siberojek ronî têkoşîna jiyanê dide û got:" Li kantona Şehbayê berxwedana jinan kêlî bi kêlî dewam dike."
*Parêzerên jin ên ku beşdarî 3'emîn Kongreya Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê bûn anîn ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê divê jin di warê hiqûqê de xwedî gotin û mafên taybet bin. DÎMEN HEYE
*Huda Kaya û hunermenda reqsê Zeynep Tanbay ku piştgirî dan têkoşîna 23 salan a Dayikên Şemiyê wiha gotin: "Em ê van qadan dîsa vala nehêlin. Em ê dîsa daxwazên xwe li qada bînin ziman, emê têkoşîna xwe bidomînin."DÎMEN HEYE
*Nalan Muratbay a di sektora taybet de 18 salan li ser maseyê xebitî niha ji goreyan pitikên pêlîstok çê dike û pê debara xwe dike.DÎMEN HEYE
*Yek ji cihên herî kevn ê xwecîhbûnê Semsûr, bajarekî ku piranî gelê Elewî lê dijî ye. Elewî her sal diçin serdana dehan navendên baweriyê û dua û îbadet dikin.
*Zekiye Edîn a li Cizîrê 3 sal berê di qedexeya derketina derve de 2 law û hevjîna kurê xwe winda kir, wiha got: “Bila kes wan jibîr neke. Bila kes ciwanên ku li vir hatin qetilkirin ji bîr neke.”
DÎMEN HEYE