Li Stenbolê qedexeyek jî li dijî 'Zincîra aştiyê' pêk hat

  • 18:13 1 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya Zincîra Mirovahiyê ku her sal li Stenbolê ji aliyê ÎHD'a Stenbolê ve bi minasebet 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê lidarixistin, vê salê jî ber ku hat qedexekirin pêk nehat.
 
Çalakiya Zincîra Mirovahiyê ku her sal li Stenbolê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) Stenbolê ve bi minasebet 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê lidarixistin, vê salê jî hat xwestin ku li qada Tunelê bê lidarixistin. Lê beriya ku çalakî bê lidarixistin bi deqeyan polîs teblîgata ku çalakî hatiye qedexekirin pêşkêşî rayedarên ÎHD'ê kir. 
 
Li gel biryara qedexeyê koma ku Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV)  Şebnem Korur Fîncanci û gelek parêzvanên mafên mirovan di nav de bûn, li Tunelê hatin gel hev. Kom ji ber ku rêyên derdiketin îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin xwest ku di kolanan re derbasî qada Tunelê bibe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.  Li ser vê Gulseren Yolerî diyar kir ku ew ê piştî daxuyaniyê belav bibin. 
 
Gulseren diyar kir ku biryara qedexeya çalakiyê ji wan re hatiye ragihandin û wiha got: "Ev biryar êrîşa li dijî aştiyê ye.  Em naxwazin ku bi van qedexeyên dijqanûnî re rûbirû bên. Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku aştî temînata maf û azadiyan e. Ji er wê em dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.