Banga 'Bila peymana windayan bê îmzekirin' hat kirin
- 15:22 1 Îlon 2018
- Rojane
ÎZMÎR - ÎHD'a Îzmîrê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de eqûbeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 18'ê Îlona 1980'yî de hat binçavkirin û hat windakirin pirsî û banga bila Peymana Windayan bê îmzekirin kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya hetane a 446'an ku her hefte pêk tîne li dar xist. Di çalakiyê ku vê hefteyê eqûbeta Huseyîn Morsumbûl ê ku di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn de, nûnerên rêxisitnên demokratîk jî tevli bûn. Daxuyaniya vê hefteyê ku di bin dorpêça polîsna de hat dayîn ji aliyê Serokê ÎHD'ê yê Îzîmîrê Zafer Încî ve hat xwendin.
Zafer êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê bi bîr xist û diyar kir ku divê ji dayikan lêborîn bê xwestin û di bedêla ku lêborîn bê xwestin de rayedar daxuyaniyên ku êrîşê meşrû dikin didin. Herwiha Zafer diyar kir ku di serdema AKP'ê de li equbeta windayan hehatiye pirsîn û xwest ku hikûmet Peymana Windayan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike.