Çalakiya F’'yê ku ji bo girtiyên nexweş dihat lidarxisitn jî hat qedexekirin

  • 15:16 1 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Ji ber Qada Galatasarayê ji çalakiyan re hat qedexekirin, çalakiya “Rûniştina F” a ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş jî nehat lidarxistin. 
 
Ji ber ku Qada Galatasarayê ji çalakiyan re hat qedexekirin, çalakiya “Rûniştina F” a ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş jî destûr nehat dayîn bê lidarxistin. 
 
Li ser destûr nedayîna çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 336’emîn parêzvanê mafên mirovan neçar man li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî da û diyar kir ku divê ji bo hemû girtiyên nexweşên giran bên berdan divê çalakiya Rûniştina F dewam bike. 
 
Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê hefteya bihûrî jiyana xwe ji dest da û got: “Destûr nedan em xatirê xwe ji Koçer Ozdal bixwazin. Nehiştin em tev li merasîm û şîna Ozdal bibin. Em bi rewşek wiha re hevrû ne. Deynê wîjdan em bidin Koçer Ozdal bi rastî jî gellek zêde ye.”