Li Êlihê jî çalakiya Dayikên Şemiyê hat qedexikirin

  • 14:37 1 Îlon 2018
  • Rojane
ÊLIH - Piştî li Stenbol û Amedê walî çalakiyên Xizmên Windayan ên şemiyê qedexe kirin,  Waliyê Êlihê jî çalakiya Kolana Gulîstanê ya xizmên windayan a Şemiyê qedexe kir. 
 
Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê xwest di hefteya 405'an de li Kolana Gulistanê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bike. Lê piştî Waliyê Stenbolê û Waliyê Amedê çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan ên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" qedexe kir, Waliyê Êlihê jî çalakiya Xizmên Windayan a Kolana Gulistanê qedexe kir. Piştî walitiyê çalakî qedexe kir, polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî kolana Gulistanê girtin û destûr nedan ku malbat çalakiye pêk bînin. Bi sedan polîsên zirxî li kolanê barîkat danîn û destûr nedan malbat têkevin kolanê. 
 
Piştî destûr nehat dayîn û polîsan çalakî asteng kir, Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bûn. Polîsan jî heta Şaxa ÎHD'ê xizmên windayan şopandin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li şaxa ÎHDê pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayaran rakirin. 
 
Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku êrîşa li dijî çalakiya dayikan nayê qebûl kirin û nikarin çalakiyen wan asteng bikin. Devran, xwest rayedar ji Dayikên Şemiyê leborinê bixwazin. 
 
Devran, di hefteya 405'an de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di 1993'an de li Farqînê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat revandin pirsî û çîroka Akyildiz xwend.