Rêxistinên Demokratîk di 1'ê Îlonê de li Gara Enqereyê kom bûn

  • 13:17 1 Îlon 2018
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên Demokratîk û sendîkayan, kesên di Komkujiya 10'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Di çalakiya bîranînê de Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerstecîoglu axivî, dema ku Fîlîzê axivî polîsan êrîş kir. Li gel êrîşa polîsna jî li ber bîrdariya 10'ê cotmehê  qurnefîlên spî hatin danîn.
 
Çalakiya 1'ê Îlonê ku diyarî 103 kesên di "Mîtînga Ked, aştî û Demokrasiyê" de di encma êrîşa DAÎŞ'ê ya li Gara Enqereyê di 10'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hat kirin bi  tevlibûna gelek kesên ku nûnerên rêxisitnên siyasî, saziyên sivîlî, sendîka, hiqûqnas û hunermend jî di nav de hebûn tevli çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pankarta ku li ser wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan li gel qurnefîlan hilgiritn û li piş pankarta ku li ser nivîsa, "Di demeke ku çiya mirov û mirin westiya de helbesta herî xweş aştiye" bûn yek. Çalakî bi rêzgirtina ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û metnê hevpar ê daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera ÎHD'ê ya Enrqereyê Salîha Şahîn ve hat xwendin.
 
Salîha di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku di vê roja aştiyê de çekên kimyewî tên ceribandin, şer berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em pêvajoyeke ku di bin navê ewlehiyê de daristan tên şewitandin, xweza tê qetilkirin, di çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî de li di bedêla aştiyê de şer tê xwestin dijîn. Li herêmê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê pêdiviya me bi aştiyê heye, li dijî çek, tundî û tehdîdê pêdiviya me bi hêviya aştiyê heye."
 
Di dema ku bahsa Dayikên Aştiyê hat kirin êrîş
 
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerstecîoglu axivî û diyar kir ku wan piştî kesên li Gara Enqeryê jiyana xwe ji dest dan jî wan berxwedana xwe ya aştiyê berdewam kiriye. Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em dest ji vê berxwedana xwe bernadin. Dayikên Şemiyê çawa ku li ber xwe dan û îro li stenbolê di hefteya 701'emîn de li Qda Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin em ê jî li ber xwe bidin."
 
Dema ku Fîlizê diaxivî ji ber ku Dayikên Şemiyê bi bîr xistin polîsna êrîş kir û nehişt ku girse qurnefîlên xwe dayne ber bîrdariyê. 
 
Piştî rageşiyeke kurt girseyê bi dirûşmên, "Ji şer re na aştî anha" û "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne" êrîş şermezar kirin. 
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû