Dayikê Şemiyê ber bi Galatasarayê ve ketin rê

  • 12:16 1 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, bi minasebeta hefteya 701'emîn çalakiya xwe ya heftane ku her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin ji ber ÎHD'a Stenbolê ber bi Qada Galatasarayê  ve ketin rê.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD) û Dayikên Şemiyê, bi minasebeta çalakiya xwe ya ku her hefte li dar dixin û wê îro ya 701'emîn li dar bixin ji ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê ber bi Qada Galatasarayê ve ketin rê. Gelek kesên ku di nav wan de siyasetmedar û hunermend jî hene bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyê xizmên windayan dest bi meşê kirin.