Ji Serhedê bi sedan kes ji bo ku tevli Mîtînga 1'ê Îlonê bibin ketin rê

  • 11:57 1 Îlon 2018
  • Rojane
WAN -Îro li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma ‘Aşitî nayê tecrîdkirin’ wê mîtînga Aşitiyê pêk were, çav li rê ye ku rêjeyekî mezin tevlîbûnê ji bajarên derdorê jî çêbibe. Tevî hemû bend û astengiyan jî serê sibê bi hezaran mirov ji Wan, Qers, Agirî û bajarên Serhedê yên din berê xwe didin Amedê.
 
Li Wanê serê sibê gel li otogarê li hev civiyan û bi tililî û nîşaneyên serkeftinê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede û rêveberên bajar pêşengiyê dikin.
 
Beriya rêwitî destpê bike Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û wiha got; “Em mîtînga 1’ê Îlonê ji bo sekinandina polîtikayên şer ên hikûmetê ku ev 3 sal e welat teslîm girtî û ji bo geşkirina têkoşîna azadiyê weke destpêkê dibîn. Piştî mîtîngê em ê bikevin pêvajoyekî ku çalakiyên aşitiyê zêde dibin, bibin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Bi tecrîdkirina Rêzdar Ocalan re welat veguherî krîzê. Em jî îro vê rêwitiya aşitiyê didin destpêkirin û banga tevlîbûnê li hemû gelê xwe dikin.”