Stenbol ji bo mîtînga 1'ê îlonê amade ye
- 11:10 1 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Amadekariyên ji bo mîtinga 1'ê îlonê ya Stenbolê ku wê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê çê bibe, temam bû. Endama Komîteya Tertîpê Cansû Kalender hemû jin û parêzkarên aştiyê dawetî mîtingê kir.
Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi beşdarbûna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), EMEP, Konfederasyona Sendikayên Kar ên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Komuyê (KESK) û Komeleya Mafên Mirovan (IHD), gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi pêşengtiya komeleyan dê li Qada Aştiyê ya Bakirkoya Stenbolê mîtîng bê lidarxistin. Dê mîting bi dirûşma "Em dev ji aştî, demokrasî û azadiyê bernadin." Her sazî dê tevî pankartên xwe tevlî mîtîngê bibin. Dê ji bo mîtingê li ser rêya încirliyê kontej bê avakirin û dê girser ber bi Qada Azadiyê ve bimeşe.
Dê Dayikên Şemiyêi, Platforma 10'ê Cotmehê, Însiyatîfa Pirsûsê û Hevberdevkê HDK'ê û akademisyen Onur Hamzaoglu dê wekî axaftvan beşdarî mîtîngê bibin. Piştî axaftinê dê Bajar û Koma Vardiya derkevin ser dikê.
Endama Komîteya Tertîpê Cansû Kalender da zanîn ku li Tirkiyeyê ew aştiyê dixwazin û got ku ew dev ji aştî, azadî û têkoşînê bernadin û ew hemû jin û parêzkarên aştiyê dawetî mîtingê dikin.