'Mam Zekî ez ji destên DAÎŞ'ê rizgar kirim'
- 10:34 1 Îlon 2018
- Rojane
Delîla Axîn/Orîvan Ebdo
ŞENGAL - Jina bi navê Necet Bablît, derbarê ked û xebata Mam Zekî Şengalî de got:"Mam Zekî ji bo civaka Êzidî û hemû gelan ked û xebatên ji dil da meşandin. Mam Zekî bi ked, xebat û dilê xwe yê nizm ez jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirim."
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Teşkîlata Îstihbarata Netewî (MÎT) di encama operasyona hevpar de di 15'ê Tebaxê de êrîşek li dijî Îsmail Ozden (Mam Zekî Şengalî) pêk anîbûn. Endamê Konseya Rêvebirina KCK'ê Mam Zekî Şengalî di encama vê operasyonê de jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Necet Bablît a ku ji aliyê Mam Zekî Şengalî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin got:"Mam Zekî bi hêz û sekna xwe ya bi rûmet bû sedema rizgarkirina gelek jinên Êzidî. Wî her dem ji bo aştiyê û parastina mafên mirovahiyê li dijî dagirker û xwînmijan şer kir."
Necet Bablît da zanîn ku ew bejna xwe li ber ked û têkoşîna ji bo azadî û aştiyê ya Mam Zekî Şengalî ditewîne û wiha got:"Di destpêkê de ez bejna xwe li hemberî ked û xebata ji bo aştî û azadiyê ya Mam Zekî û hemû şehîdên Êzidîxanê ditewînim. Bi rastî Mam Zekî ji bo me Êzidiyan gelek ked da. Me li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê parast. Wî ji bo aştî û azadiyê canê xwe feda kir. Wî bi kedeke mezin Êzidî bi rêxistin kir."
'Mam Zekî ez ji destên DAÎŞ'ê xelas kirim'
Necetê da zanîn ku yê ew ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kiriye Mam Zekî Şengalî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Mam Zekî ji bo civaka Êzidî û hemû gelan ked û xebatên ji dil da meşandin. Mam Zekî bi ked, xebat û dilê xwe yê nizm ez jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirim. Mam Zekî bi hêz û sekna xwe ya bi rûmet bû sedema rizgarkirina gelek jinên Êzidî. Wî her dem ji bo aştiyê û parastina mafên mirovahiyê li dijî dagirker û xwînmijan şer kir. Em ê heta dawî şopdarê rêya wî bin. Em ê ked û xebata Mam Zekî ya ji bo aştiyê ji bîr nekin û li dijî dijmin li berxwe bidin."