‘MHP ji bo çi efûyê dixwaze?’
- 10:32 1 Îlon 2018
- Rojane
ENQERE - Parêzer Sevînç Haciogullari pêşnûmeya ‘efûyê’ ya ji aliyê MHP’ê ve pêşkêşî meclîsê hatiye kirin nirxand û got: “MHP ne partiyeke ku pirsgirêka şîddetê çareser bike ye. Partiyek ku heta niha şîdet serdestiya mêr evqas kûr kiriye, şîdeta li hember jinê dide ser ziman û li aliyê din jî nîqaşa darvekirin û efûyê dike. Ev jî bêsamimiyetiya wê nîşan dide.”
MHP ya di nav sozên wê yên hilbijartinê de pêşnûmeya efûyê heye, xwe amade dike ku bibe meclîsê. Pêşnûmeya efûyê ya tê gotin wê ji 8 xalan pêk bê, wê kesên ji sûcên endamtiya rêxistinê, îstîsmara zayendî, revandina zarokan û kuştina wan tên darizandin, neke çarçoveya efûyê.
Parêzer Sevînç Hocaogullari pêşnûmeya efûyê ya tê plankirin û darvekirina AKP’ê dîsa aniye rojevê nirxand.
‘Mekanîzmayek rizyaye heye’
Sevînçê daxuyakirin ku di pergala edalet û cezayê ya Tirkiyeyê de rizandinek heye û wiha got: “Li hember mekanîzmayek rizandî, gotina ‘em girtîgehan vala bikin’ aliyê ku aştiya civakî wê pêk neyê nîşan dide. Dema mirov nîqaşên efûyê û nîqaşên darvekirinê difikirin, mirov dikarin di alî şîdeta li hemberî jinê de jî bigirin dest.”
‘MHP ji bo çi efûyê dixwaze?’
Sevînçê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Di efûyê de her çiqas kuştinên ji derveyî çarçoveyê bê hiştin jî kesên ji qestî birîndar kirine, sûcê heqeretê kirine, aramiya gel xera kirine û li hemberî jinan sûc kirine wê ji vê fêdeyê bigirin. Gelo MHP ji bo çi efûyê dixwaze? Îro di destê me de pêşnûmeyek şênber tunebe jî di daxuyaniyên MHP’ê de mirov fêm dikin ku ji bo şîdeta li ser jinê zêde bibe MHP wê efûyê bîne.”
Sevînçê her wiha ev tişt anî ziman: “Piştî îstîsmara zarokan nîqaşên darvekirinê hatin rojevê. Di tu şerdî de darvekirin ne rewşek bê qebûlkirinê ye. Ev gelek hat nîqaşkirin. Lê MHP îro ne partiyeke ku pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinê nîqaş bike ye. Rêxistinên jinan ên li hember şîdetê têdikoşin, diyar dikin ku divê dawî li van polîtîkayên bêcezabûnê bê dayîn û dibêjin bûyerên îstîsmar û şîdetê bi darvekirinê nayê çareserkirin.”