Piştî qedexeya ewil ya Cizîrê bi sê salan tenê gotinek: Berxwedan jiyane

  • 09:12 1 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX- Li Cizîrê qedexeya derketina derve ya ewil di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin. 8 rojan berdewam kir û gel kolan terk nekirin, ji wê rojê şûnde jî her roj li navçeyê dengê bombeyan kêm nebû.
 
Di şeva 4’ê îlona 2015’an de Walîtiya Şirnexê qedexeya derketina derve li Cizîrê îlan kir û 8 rojan berdewam kir. Piştî qedexeyê navçe bi tank û topan hat wêrankirin û ji pitika 35 rojî bigire heta welatiyên 70 salî bi giştî 21 kesî jiyan xwe ji dest da. 
 
Ji wê rojê şûnde li navçeyê dengê bombe û guleyan kêm nebû, li Cizîrê pêvajoya qedexeyê heta Gulana 2016’an berdewam kir.
 
Muhammedê 35 rojî ‘terorîst’ îlan kirin
 
Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê şûnde Wezîrê Karên Hundir yê hikûmeta demborî Selamî Altinok derket pêşberî kamerayan û hemû kesên di qedexê de hatibûn qetilkirin wek ‘terorîst’ îlan kir. Di nav van sivîlên hatibûn qetilkirin û wek terorîst hatibûn îlankirin de Dayika 7 zarokan Meryem Sune ya 53 salî û pitika 35 rojî Muhammed Tahîr yaraşmiş û zarokên 10 salî jî hebûn.
 
Li kolanan çalakî û dirûşme
 
Gel li taxên Nûr, Sûr, Cudî û Yasef bi pêşengiya jinan daketin kolanan û di  destê wan de beroş û tawe li kepengan xistin, dirûşme berzkirin. Di êrîşên di qedexeyê de pêk hatin 21 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Kesên jiyana xwe ji dest dan wihane: 
 
Saît Çagdavul (18), Mehmet Emîn Levent (21), Cemîle Çagirga (13), Osman Çagli (18), Meryem Sune (45), Bahattîn Sevînîk (50), Suphi Saral (47), Ozgur Taşkin (18), Bunyamin Îrcî (15), Selman Agir (10), Eşref Erdîn (60), Maşallah Edîn (40), Zeynep Edîn (18), Saît Naycî (17), Mehmet Erdogan (74), Muhammet Tahîr Yaramiş (35 rojî), Mehmet Dîkmen, Mehmet Emîn Açik, Haci Ata Borçin, Hetban Bulbul.
 
Di 4’ê îlonê de piştî qedexeyê van nîşeyan mohra xwe li dîrokê xist.
 
4’ê îlonê
 
*Beriya qedexe bê îlankirin bi talîmata taybet ya Wezîrê Karê Hundir 150 wesayîtên zirxî û 50 otobusî bi sedan polîsên tevgera taybet anîn navçeyê û li baxçeyên dibistanan bi cih bûn.
 
*Bi îlankirina qedexeyê re polîs û leşker bi wesayîtên zirxî û tanqan taxên Nur, Cudî û Yasef dorpêç kirin û li girê Evînê jî segvan hatin bicihkirin.
 
*Li ber Otela Kerem teqînek mezin hat jiyîn û piştî vê ketin û derketina nexweşxaneyan ji sivîlan re hat girtin.
 
5’ê îlonê
 
*Heyeta ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de ji Amedê hat navçeyê di ketina bajar de hat sekinandin û destur nedan heyet bikeve navçeyê. Heyetê hewl da bikeve navçeyê lê vê carê rastî tehdîda çekdarî hat.
 
*Li Taxa Nur welatiyê bi navê Mehmet Emîn Levent ji aliyê segvanan ve hat qetikirin. Cenaze birin mizgefta taxê. Heman rojê dîsa H.B yê 15 salî, B. Î yê 16 salî Umran Asran ya 18 salî, Zînet Dîrîcan ya 30 salî û Meryem Îşcen ya 40 salî birîndar bûn.
 
*Nûçegîhanên DÎHA’yê rastî êrîşa polîsan hatin.
 
*Li taxa Nur zarokê 3 salî birîndar bû. Haci Ata Borçîn yê 70 salî, Xetban Bulbul yê 65 salî ji ber teqînên bi şîdet krîza dil derbas kirin û mirin.
 
*Saît Çagdavul di encama guleya ji wesayîta zirxî derket jiyana xwe ji dest da. seranserê şevê 3 welatî birîndar bûn.
 
6’ê îlonê
 
*Heyeta HDP’ê cara duyem xwest bikeve navçeyê. Lê rastî asteniya polîsan hatin. çalakiya runiştinê pêk anîn. Tevî astengiyan piştî demekê bi meşê ketin navçeyê.
 
*Pitika 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramiş ji ber polîsan nehişt ambulans bê taxê, negihişt nexweşxanê û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li taxa Nur ji 3’emîn Tabura Tanqê ya Cizîrê di encama topebaranan de sê mal şewitîn.
 
*Walîtiya Şirnexê destnîşan kir ku wê qedexe bidome û îdia kir ku dewlet di vê pêvajoyê de hewcedariyên gel bi baldarî pêk tînin.
 
*Li taxa Cudî zaroka 13 salî Cemîle Çagirga bi guleya ji wesayîta zirxî hat avêtin, jiyana xwe ji dest da. Gelek kesên din birîndar bûn. Her wiha polîsan hatina ambulansan jî asteng kir.
 
*Osman Çagli yê 18 salî bi guleya segvanan jiyana xwe ji dest da.
 
7’ê îlonê 
 
*Li navçeyê hemû alavên ragîhandinê hatin girtin.
 
*Li taxa Nur ji ber topebaranan 5 kes birîndar bûn.
 
*Heyeta ku 13 parlamenterên HDP’ê têde bûn, diyar kirin ku binpêkirinên mafan yên li navçeyê tên jiyîn salên 90’î pir zêde derbas kiriye.
 
*Abdullah Ozcan yê 30 salî ji ber êrîşan birîndar bû.
 
*O.M yê 12 salî ji ber hedefgirtina polîsan bi giranî birîdar bû.
 
*Li taxa Şah polîsan bi ser firinekê de girtin û nan desterserkirin. Li heman taxê esnafê bi navê Celal Îşlek hat binçavkirin.
 
*Li taxa Alîbey welatiyê bi navê Mesut Demîr ji aliyê segvanan ve hedef hat girtin û birîndarkirin.
 
8’ê îlonê
 
*Hêzên dewleta ku bi her cureyên çekên giran êrîş kirin anonsa ‘teslîm bibin’ li gelê Cizîrê kirin.
 
*Heyeta HDP’ê ya xwest biçe taxa Nur rastî astengiya polîsan hat. Polîs heqeret li parlamenteran kir û gulebarandin.
 
*Zeynep Kaçar ya felç derbas kir, polîsan nehişt ambulans bikeve taxê. Kaçar li kolanê bi saetan li benda ambulansê ma.
 
*Jina bi navê Hayriye Kalkan ya zarok dianî dinê, bi saetan êş kişand û ji ber polîsan destur neda ambulans bê, di wê rewşê de ma.
 
*Ji ber nehiştin cenazeyên Saît Çagdavul, Cemîle Çagirga, Osman Çagli bê definkirin di morga nexweşxanê de hatin sekinandin.
 
*Walîtiya Şirnexê biryara dirêjkirina qedexeyê da.
 
*Bi sedan polîtên tevgera taybet, li navçeyê jin, zarok, kal û pîr gulebaran kir. Parlamenterên HDP’ê jî rastî tehdîda polîsan hatin.
 
* Welatiyê bi navê Îbrahîm Çîçek yê 80 salî ji ber ambulans nikarî bikeve taxê jiyana xwe ji dest da. Di encama gulebarandina polîsan de Gulîstan Babat ya 15 salî û zarokek din birîndar bûn.
 
9’ê îlonê
 
*Meryem Sune ya 53 salî ya dayika 7 zarokan li ber mala xwe hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest da.
 
*Li taxa Yasef polîsan welatiyê bi navê Ozgur Taşkin yê 20 salî birîndar kir û ji ber ambulans nehat jiyana xwe ji dest da. li heman taxê du ciwanên din hatin birîndar kirin.
 
*Li navçeyê gelek zindî hatin qetilkirin û gelek sewal telef bûn. Li ser kolana Bêrîvan, du çêlek ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.
*Ji ber bombeavêjan gelek dîwarên malan hilweşiyan û gelek wesayît texrîbûn.Ji ber parçeyên şarapnelê gelek welatî birîndar bûn. Dîsa li taxa Yasef du jê zarok 3 welatî birîndar bûn.
 
10’ê îlonê
 
*Li taxa Nur, Sur, Cudî û Yasef bombe teqyan. Di êrîşên hêzên dewletê de 2 jin û ciwanekî jiyana xwe ji dest dan. 3 kes birîndar bûn. Li taxê êrîşên mezin pêk hatin û 4 welatî birîndar bûn.
 
*Keça Eşref Edîm ya 10 salî jî ji aliyê segvanan ve hat qetilkirin.
 
*Hevserokê giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên li gel wî Hatîce Sevîptekîn, Osman Baydemîr, Aycan Îrmez û hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel rastî êrîşa polîsan hatin.
 
*Yên ji bo piştgiriyê ji Sîlopî û Şirnexê çûn Cizîrê rastî gulebarana polîsên tevgera taybet hatin.
 
*Di êrîşa bi şev hat jiyîn de bebekê 11 mehî Berxwedan di encama avêtina topê de birîndar bû.
 
*Piştî gotinên Wezîrê Karê Hundir Selamî Altinok ên wekê ‘Em dixwazin faliyetên xwe demek kurt de temam bikin’ şûnde êrîşên li hember Cizîrê zêde bûn.
 
*Selman Agar yê 10 salî bû hedefa segvanan û jiyana xwe ji dest da.
 
*Bunyamîn Îrcî yê 15 salî jî hat qetikirin. Welatiyê bi navê Mehmet Dîkmen yê 70 salî jî ji ber pirsgirêka dil rewşa wî giran bû û ji ber ambulans nehat jiyana xwe ji dest da.
 
*Li taxa Nur xaniyek hat şewitandin.