'Bi edaleta di nava civakê de avakirina civakek exlaq û polîtîk pêkan e'

  • 09:05 1 Îlon 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR- Endama Dîwana Edaleta Civakî Sewa Sulêman demokrasî, edalet û edaleta civakî şîrove kir û diyar kir ku:"Bi azadî, Demokrasî, edalet û wekheviyê avakirina civakeke exlaq û polîtîk pêkan e."
 
Dîwana Edaleta Civakî ango Dadgeha Gel xwedî roleke girîng û berbiçav e di şoreşa rojavayê Kurdistanê de. Ji ber ku Dîwana Edaleta Civakî nêrîna gel a li dagehê guhert, rengê wê yê rast deraxist holê. Endama Dîwana Edaleta Civakî Selwa Sulêman diyar kir ku bi pêkanîna  edaletê ya di civakê de avakirina civakek exlaq û polîtîk  pêkan e.
 
Selwayê di berdewamiya axafitna xwe de  diyar kir ku demokrasî ew e ku gel xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û wiha pêde çû:" Demokrasî têgehek pir berfireh a rast ku gel hemû bê ferq û cûdahî xwe bi xwe pê bi rêve bibin, çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin e. Demokrasî ew e ku hemû netew bi rengê xwe bijîn û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin."
 
'Nasname pênase û dîrok e' 
 
Selwayê têgeha Edalet û Demokrasiyê wiha parve kir:" Edalet bi demokrasiyê ve girêdayî ye û hev temam dikin.  Edalet jî ew e ku hemû gel bi rengekî wekhev bijîn bêyî ku desthilatdarî wan bi rê ve bibin. Di Dîwana Edaleta Civakî ya li Rojava de hemû netew cihê xwe digrin. Nasnameya netewan pênaseya hebûn û dîroka wan e."
 
'Jinê zincîra koletiyê şikand'
 
Selwayê guhertina zihniyeta civakê ya piştî şoreşa rojavayê Kurdistanê jî wiha şîrove kir:" Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê civak hat birêxistinkirin û di nava guhertin û veguhertinê de hat bicihkirin. Di malbatê de jî heman guhertin hat kirin û cudahiya di navbera zarokên keç û law de ji holê hat rakirin. Jinê zincîrên koletiyê şikand  û riya azadiyê hilbijart. Her çiqas civak were perwerdekirin û bê pêşxistin wê ewqas jî edaleta civakî pêşve biçe."
 
'Mirov bê ehlaq nikare bijî'
 
Selwayê diyar kir ku mirovê bê exlaq nikare bibe pêşengê civaka ber bi azadiyê ve diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Exlaq jî girêdayî demoqrasî, edalet û wekheviyê ye. Mirov bê ehlaq nikare bijî. Divê civak li ser binghê ehlaq bê pêşxistin. Rizgarkirina zihniyetê pêşerojeke ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve ye."