ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 1 Îlon 2018
  • Rojev
*Hevberdevka Delegeyan a KCD’ê Zelal Bîlgîn bi lêv kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,êrîşek li hemberî destkeftiyên jinan e û got: “Ji ber vê divê em zêdetir xwedî li têkoşîna azadiya jinê derkevin.” BI DÎMEN
 
*Li gundê Îşxanîkom gundiyên ku bi salan e li benda dayîna tapoyên avahiyên xwe ne qeyûm hewl dide avahiyên wan desteser bike.  BI DÎMEN
 
* Endama Dîwana Edaleta Civakî Sewa Sulêman demokrasî, edalet û edaleta civakî şîrove kir û diyar kir ku:"Bi azadî, Demokrasî, edalet û wekheviyê avakirina civakeke exlaq û polîtîk pêkan e."
 
*Parêzer Mehtap Sakinci Çoşkun ku di Komkujiya 10'ê Îlonê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku wê rojê kesên hatin qadê li gel daxwaza edaletê aştî jî xwestibûn û got; "Em dizanin ku wê rojê alên aştiyê di nava xwînê de ketin erdê, ji ber vê ev 35 hefte ye ku em têkoşîna vê didin."
 
*Li Cizîrê qedexeya derketina derve ya ewil di 4’ê îlona 2015’an de hat îlankirin. 8 rojan berdewam kir û gel kolan terk nekirin, ji wê rojê şûnde jî her roj li navçeyê dengê bombeyan kêm nebû.
 
*Parêzer Sevînç Haciogullari pêşnûmeya ‘efûyê’ ya ji aliyê MHP’ê ve pêşkêşî meclîsê hatiye kirin nirxand û got: “MHP ne partiyeke ku ‘çawa pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtinê’ nîqaş bike. Partiyek ku heta niha şîdest serdestiya mêr evqas kûr kiriye, şîdeta li hember jinê dide ser ziman û li aliyê din jî nîqaşa darvekirin û efûyê dike. Ev jî bêsamimiyetiya wê  nîşan dide.” BI DÎMEN
 
*Jinên herêma Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya li Kantona Şehbayê kêlî bi kêlî berxwedana xwe di nav hemû şert û mercên zehmet de didomînin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber xwe didin wiha gotin:" Têkoşîna jinan wê Rêber Apo û Efrînê rizgar bike." DÎMEN HEYE