Li Îzmîrê ji jinên girtî re kart hat şandin
- 15:41 31 Tebax 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê ji jinên girtî re kart şandin. Heseroka Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê Semra Uzunok a ku derbarê mijarê de axivî wiha got:"Heta ku girtî azad nebin em jî azad nabin."
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, Bi minsebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji jinên GIrtî re li Postexeneya Konakê kart şandin. Piştî çalakiya şandina kartan a ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê û Meclisa Jinan a HDP'a Îzmîrê, li ber Postexaneyê Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya HDP'ê Semra Uzunok axaftinek kurt kir.
Semra wiha got: "Em wekî jin careke din ji şer re dibêjin na, dibêjin ku em aştiyê dixwazin, piştevaniya xwe ji jinên girtî re radigihînin û ji wan re bi minasebata rojê kartan dişînin. Em dizanin ku heta ew azad nebin em jî azad nabin. Bijî aştî bijî berxwedana jinan."