ÎHD û TÎHV: Çalakiyên Dayikên Şemiyê nikare bê qedexekirin

  • 14:57 31 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - ÎHD û TÎHV'ê bertek nîşanî biryara AKP'ê ya Qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê dan û diyar kirin ku çalakiya  Dayikên Şemiyê nikare bêqedexekirin. ÎHD û TÎHV'ê dan zanîn ku Dayikên Şemiyê ne tenê ya Tirkiye rûmet û rûsipiya hemû cîhanê ne. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), têkildarî êrîşa polîsan a li dijî çalakiya 700'emîn a Dayikên Şemiyê û biryara AKP'ê ya qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de êrîşa polîsan şermezar kirin û xwestin ji dayikên rastî êrîşê hatine û hatine binçavkirin lêborîn bê xwestin. Dîsa xwestin der barê berpirsiyaran de bi lez lêpirsin bê destpêkirin û cezakirin. ÎHD'ê û TÎHV'ê dan zanîn ku Dayik rûmet û rûsipiyên hemû Tîrkiye û cîhanê ne û çalakiya wan nikare bê qedexekirin.